Ji bo siyaseta îmhayê qeyûman tayin dikin’
Duşem 4 Mijdar 2024 - 18:30
- Hevberdevkê Herêma 2'yemîn ê DEM Partiyê yê Stenbolê Samet Ayas têkildarî tayinkirina qeyûman da zanîn divê hemû beşên civakî li hemberî van pêkanînên dijdemokratîk xwedî helwest bin û got:” Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê nebin xwedî gotin. Ji bo ku desthilatdariya siyasî bişkîne û gel ji tevgera siyasî ya Kurd dûr bixe, 24 saetan bi zext û zorê propagandayê dike û bi xapandina mayîndebûna dewletê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Ji bo siyaseta îmha, înkar û ferasetê bi ser keve, qeyûman tayin dikin."
ROZA METÎNA / AMED
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye.
Têkildarî mijarê Hevberdevkê Herêma 2'yemîn ê DEM Partiyê yê Stenbolê Samet Ayas nirxandin kir.
Girîngiya rêveberiyên herêmî
Hevberdevkê Herêma 2'yemîn ê DEM Partiyê yê Stenbolê Samet Ayas di destpêkê de bal bir ser girîngiya rêveberiyên herêmî û wiha got:" Rêveberiyên herêmî; Tê wateya ku gel bi parastina ziman, nasname û çanda xwe xwe bi rê ve dibe. Ew ê biryarê bidin ka dê çawa mala xwe, taxa xwe, bajarê xwe îdare bikin û kîjan berendam an partî dê xizmeta herî baş bike. Yekemîn qaîdeya bingehîn a demokrasiyê ew e ku rêveberiyên herêmî bi hêz û biryardar bin. Demokrasî bi xwe ye. Ev qadên ku demokrasiya rasterast tê de dikare were sepandin e.”
‘Ji bo siyaseta îmhayê qeyûman tayin dikin’
Samet Ayas da zanîn tayinkirina qeyûman a li Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê nayên qebûlkirin û wiha got:"Ev çendîn dem e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî li Kurdistanê dengê gel û kesên hatine hilbijartin ji nedîtî ve tê û qeyûm tayin dike. Gelek sedemên vê yekê hene.Ya yekem ew e ku gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd li ser ziman, nasname û çanda gelan di xeteke demokratîk de xizmetê didin. Bi gel re girtin û bicihanîna biryaran hikûmeta navendî bêzar dike.Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li Tirkiyeyê her tiştî kontrol dike, civakê parçe dike, çînên cuda paşguh dike, bêzar dike.Sedema duyemîn a sereke jî ew e ku Kurd xwe bi rêve bibin û bi vê yekê jî bi pratîkên xwe ji cîhanê re bibin mînak. Pergala hevserokatiyê, nûnertiya jin û ciwanan, xizmeta pirzimanî û pirçandî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve esas tên girtin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê nebin xwedî gotin. Ji bo ku desthilatdariya siyasî bişkîne û gel ji tevgera siyasî ya Kurd dûr bixe, 24 saetan bi zext û zorê propagandayê dike û bi xapandina mayîndebûna dewletê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Ji bo siyaseta îmha, înkar û ferasetê bi ser keve, qeyûman tayin dikin."
'Qeyûman bi milyaran deyn hiştin'
Samet Ayas da zanîn qeyûman bi milyonan deyn li dû xwe hiştine û wiha pê de çû:"Salên berê ji bo şaredariyên ku ji aliyê Kurdan ve dihatin hilbijartin û rêvebirin, qeyûm hatin tayînkirin. Qeyûman bi milyaran deyn radestî şaredariyan kirin. Ji xeynî dewlemendkirina çend alîgiran tu xizmet ji gel re nehat kirin. Weke ku gel ji ber hilbijartinên xwe yên siyasî hat cezakirin. Tabelayên kurdî hatin daxistin. Navên parkan hatin guhertin. Navendên çand û hunerê hatin girtin. Dema ku ev yek dikirin, wan alîgirên xwe bi bacên giştî dewlemend kirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji xeynî talanê, wêrankirina xwezayê, birîna daran tiştekî dinê nekiriye. Tenê talan bi xwe re anîne."
'Ji bo aştiyê behskirina aştyê têrê nake'
Samet Ayas da zanîn ji aliyekî destê xwe dirêj dikin û dibêjin aştî lê ji aliyekî jî qeyûman tayin dikin û wiha got:"Helbet ji bo aştiyê behskirina aştyê têrê nake. Ji sibê heta êvarê dibêjin aştî lê aştiyê naynin. Ji bo aştî pêk were divê muxatab li ser bingehên wekhev bên cem hev û ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên adil derxînin holê. Li aliyekî axaftina aştiyê, li aliyê din girtina hevşaredaran a li ser nasnameya wan a kurdewarî ya bi hincetên çêkirî û li şûna wan tayinkirina qeyûman, ne rewşek e ku kes qebûl bike. Berê qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê, dawiyê jî qeyûm tayînî şaredariya Esenyurtê kirin. Herî dawî jî tayînî Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kirin. Xuya ye ku hikûmet li dijî konsepta şaredariyê ye ku gel bi hev re xwe birêve dibe. Ger feraseta şaredariyên ku xizmetguzariyê dikin û li dijî qezencê radiwestin belav bibe, dê hikûmeta AKP-MHP’ê hilweşe."
‘Divê her kes bertekê nîşan bide’
Samet Ayas da zanîn divê her kes berteka xwe nîşan bide û wiha got:"Partiya me dema yekemîn qeyûm li şaredariyên Kurdistanê hatin tayînkirin heman tişt gotin. Ger hûn li hemberî qeyûmên ku ji bo şaredariyên kurdan hatine tayînkirin bêdeng bimînin, sibê heman qeyûm dê li şaredariyên din ên Tirkiyeyê jî bên tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li şaredariya Colemêrg, Elih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê ya ku bi mutabaqata bajêr hat hilbijartin, rewşeke ku divê hemû beşên civakî, nasname û her kesên demokrasî, wekhevî û azadiyê diparêzin bertek nîşan bidin. Divê her kes ji bo mafê bingehîn ê mirovî yê bijartin û hilbijartinê bertekê nîşanî pergala qeyûman bidin."
'Parastina hebûna xwe mafekî bingehîn e'
Samet Ayas da zanîn divê hemû beşên civakî li hemberî van pêkanînên dijdemokratîk xwedî helwest bin û got:"Kiryarên bi vî rengî li ti devera cîhanê nayên qebûlkirin. Mafê Kurdan ê ku xwe bi rêve bibe û bi ziman, nasname û çanda xwe hebûna xwe biparêze mafekî herî bingehîn e. Divê dawî li êrîşên li ser vî mafî were, ev rewşeke mirovî û wijdanî ye. Di pêvajoya ku qeyûm tayînî şaredariyan tê kirin de mirov behsa demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê bike, îroniyeke mezin e. Ji bo siberoja Tirkiyeyê û demokrasiya Tirkiyeyê gelekî girîng e ku hemû beşên civakî li hemberî van pêkanînên dijdemokratîk xwedî helwest bin."