- Firat Sozeri: Heke weşanxaneyên xweser bi pêş bikevin, dibe ku rê li ber van weşanxaneyên burjuwaziyê bê girtin. Çima pirtûka Şklovskî “Rêwingiyeke Hestiyar” wernegerandin? Ji ber ku di pirtûkê de li gelek deveran qala Kurdan tê kirin.
Akademîsyen Firat Sozerî dibêje, gelek weşanxaneyên li Tirkiyeyê, peyvên “Kurd” û “Kurdistanê” bi awayekî sîstematîk sansur dikin.
Sozerî weke nimûne îşaret bi “Weşanên Çandê yên Îş Bankasiyê” dike û dibêje, di gelek çapên xwe yên pirtûka Puşkîn a bi navê “Rêwingiya Erziromê” de ev peyv sansur kirine.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îsmet Konak bi Firat Sozerî re peyiviye. Konak balê dibe ser sansura komara Tirkiyeyê ya ji destpêka damezrandina xwe ve. Ew dibêje, hewldanên sansurkirina navên Kurd û Kurdistanê timî hebûye. Ew sansurkirina peyva Kurdistanê ya Weşanên Canê bi bîr dixe û meseleyê dibe ser sansurkirina peyvên Kurd û Kurdistanê ya bi destê Weşanxaneya Çandê ya Îş Bankasiyê jî.
Lewma vê weşanxaneyê di wergerên Tirkî yên helbestvanê rûs Aleksandr Puşkîn de ev sansur gelek caran kiriye. Di kitêba wî ya bi navê “Di Sefera 1829’an de Rêwingiya Erziromê” ya bi wergera Ataol Behramoglu de di gelek çapan de peyva “Kurd” û “Kurdistanê” hatine tehrîfkirin. Gotara Puşkîn a bi navê “Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê” ku li dawiya pirtûkê hatiye kirin jî ji vê sansurê para xwe wergirtiye.
Kitêb ji nû ve wergerand
Akademîsyen û wergêr Firat Sozerî jî ha li ser vê sansurê ji Îsmet Konak re peyiviye. Firat Sozerî lêkolîn kiriye li ser meseleyê, wî kitêba Puşkîn jî ji nû ve wergerandiye. Pirtûka Sozerî di weşanên Tozê de derçûbû.
Dibe ku Zekî Baştimar ne bi zanîn sansur kiribe
Firat Sozerî dibêje, ev kitêba Puşkîn li Tirkiyeyê heta niha ji hêla 7 weşanxaneyan ve hatiye çapkirin û hemûyan jî sansurkirina peyvên Kurd û Kurdistanê dewam kiriye: “Di wergeran hemûyan de jî beşên derheqê Kurdan de hatine sansûrkirin yan jî hatine tehrîfkirin. Bawer nakim ku Zekî Baştimar bi zanebûn sansur kiribe. Nexwe dê di gotara ‘Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê’ de jî peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ sansur bikira.”
Sansureke otomatîk
Sozerî di dewamê de dibêje, nexasim di metnên Tirkî yên dîrokî de peyvên “Kurd” û “Kurdistan” li gorî bîrdoziya fermî hatine sansurkirin û wiha jî dewam dike: “Gelek peyvên mîna wan jî bi awayekî sîstematîk hatine sansurkirin. Mekanîzmaya sansurê wiha ye; heke pirtûkeke ku peyvên ‘bifikare’ tê de hebin, metn hêj di serî de ji weşanê tê derxistin. Heke neçar bin ku pirtûkê biweşînin, wê demê li rastî oto sansura wergêr, edîtor yan jî redaktor tê. Ji bo pirtûka navbirî, min xwest bi Behramoglu re biaxivim. Lê min nekarî xwe bigihijînimê. Di çapa 7’an a pirtûkê de min xwe gihand akademîsyen Candan Badem ku edîtoriya wê kiribû. Wî jî digot, di çapa edîtoriya wî de ev peyv hatine bikaranîn lê ji ber ku gotara Nîşeyeke li ser Mezheba Êzdatiyê ne gotara Puşkîn e, li pirtûkê nehatiye zêdekirin. Dibe ku gotar a Puşkîn nebe, lê ji ber ku li pirtûka xwe zêde kiriye, nabe ku ew gotar neyê bicihkirin. Parastina Behramoglu jî cidî nîne. Yek ji mijarên herî balkêş ew e ku dibêjê, haya min ji gotarê nîne. Lê di çapa yekemîn a pirtûkê de qala vê gotarê tê kirin. Lewma ne mumkin e ku haya wî jê nebe.”
Kitêbeke Şklovskî jî werdigerîne
Akademîsyen Sozerî di dawiyê de balê dibe rewşa vê sansura ku dewlet jê re ne lazim e, ya otomatîk a li gorî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk: “Gelek rewşenbîr û akademîsyen, ji ber bîrdoziya fermî û rewşa siyasî, carnan mîna karmendên sansurê tevdigerin. Vê yekê jî qet ji bo xwe nakin xem. Ji bo ku ev çerxa ew jî mexdûrên wê bigere, di gelek rewşan de dilsoziya xwe nîşan didin. Lê di van demên dawî de xwîner li ser vê mijarê hesas tevdigerin û ev jî dike ku em halê wan ê sansurnekirî bixwînin. Heke weşanxaneyên xweser bi pêş bikevin, dibe ku rê li ber van weşanxaneyên burjuwaziyê bê girtin. Gelek pirtûkên Şklovskî li Tirkî hatine wergerandin. Gelo çima pirtûka wî ya bi navê Rêwingiyeke Hestiyar wernegerandin? Bersiva vê gelek hêsan e. Ji ber ku di pirtûkê de li gelek deveran qala Kurdan tê kirin. Ji bo wergerandina vê pirtûkê xebatên min didomin.”
NAVENDA NÛÇEYAN