Ji bo rojeke xweşiktir 100 hezar wêne girtin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Çile 2024 - 03:45

Wênegir Andrew McCarthy ku weke astro-wênegirekî jî tê zanîn, fotografê herî baş ê rojê/tavê girt. Fotografê ku girtiye 400 megapîksel e û heya niha wêneyekî cismên asîmanî yê bi vî rengî nehatiye girtin.

McCarthy di saniyekî de 80 kare ango çarçik girtin da ku karibe wêneyekî ewqasî bi qelîte yê rojê bi dest bixe. Wî wêneyên xwe yeko yeko girtin û her wêneyekî wî qederê 30 deqîqeyî dewam kirin heta ku hatin girtinê. Bî vî awayî wî bi qasî 100 hezar wêneyî girt. Paşê wî ev hemû wêne anîn gel hev û ji van wêneyan wêneyekî rojê yê heta niha herî bi qelîte ava kir.

McCarthy berê jî wêneyên rojê yên bi qelîte girtibûn lê bi vî wêneyê xwe yê dawî nîşan da ku ew wênegirekî afirîner û lêkol e. Ji wêneyê wî yê serketî jî xuyaye ku ew zorê dide xwe û dixwaze di vî warî de mohra xwe li bin wêneyên herî baş bide.

McCarthy armanca xwe ya ji van wêneyan jî bi vî awayî rave dike: “Ez axlebî wêneyên cismên li asîman digirim. Bi vî awayî bala hin insanên ku qet li van cisman nafikirin dibim ser cismên li asîman. Belkî bi vî awayî kûrtir bikevin nava xeyalan û berê xwe bidin jor ango ber bi asîmanan û li cismên li wir bifikirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.