
Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya ji bo Iraqê peyamek belav kir û got; “Ti welatek ku komên çekdar bi dewletê re dikevin nava pêşbaziyê, nikare biser bikeve.”
Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya di salvegera 8’emîn ya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rewşa siyasî ya Iraqê de, duh li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek belav kir.
Mark Savaya xwest serkirdeyên Iraqê di navbera ‘yekîtî û paşdeçûnê’ de hilbijartinekê bikin û got; “Serweriya dewletê danin pêşiya otoriteya komên çekdar.”
Mark Savaya di peyama xwe de balkişand ser danûstandinên ji bo avakirina hikumetê û got ku eger dema danûstandinan dirêj bibe, wê pirsgirêkên aborî ya welat kûrtir bibin û got; “Tevî ku 23 sal di ser rûxandina dîktatoriyê re derbas bûne, Iraq careke din di qonaxeke biryardayînê ya krîtîk de ye. Ti welatê ku komên çekdar bi dewletê re dikevin hevrikiyê û otorîteya wê lawaz dikin nikare bi ser bikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN















