Ji bo girtî nemirin têdikoşin
Sêşem 30 Tebax 2022 - 21:21
- Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya li ber Girtîgeha Amedê dewam kir û xwest, girtiyên wan nemirin û heqê wan neyê binpêkirin.
Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya li ber Girtîgeha Amedê dewam kir û xwest, girtiyên wan nemirin û heqê wan neyê binpêkirin.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, di roja 288’an de dewam dike.
Doh di roja 287´an de malbat li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê hatin cem hev û daxuyanî dan.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş ê ev 29 sal in di girtîgehê de Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Guler got, êdî bila girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedin û îro dayîk bi gotina “bila zarokên me nemirin” diqîrin. Guler anî ziman ku Wezareta Dadê ya Tirk bi çavê dijminan li malbatan û girtiyan dinêre: “Ya ku em dibêjin, qîrîna dayikan e, ew dayik jî dibêjin, bila zarokên me bînin nêzî me. Êşa zarokan şewatek e di dilê dayikan de. Bila bi çavê dijminan li zarokên me nenihêrin. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Roj û saet mane ku girtî were berdan, lê tên ji me re dibêjin, cezayê wan 6 mehan hat taloqkirin. Em naxwazin zarokên me bimirin û înfazên wan werin şewitandin.”
AMED