Ji bo CPT biçe Îmraliyê

În 9 Îlon 2022 - 22:24

  • Parêzerên Buroya Hiqûqê ji bo ku biçe Îmraliyê, li rewşa Ocalan û girtiyên pê re bikole, miracaetê CPT´ê kir. Wê xwest CPT wezîfeya xwe ya esasî yanî pêşîgirtina êşkenceyê bi bidawîkirina xebernegirtina ji Îmraliyê bi cih bîne. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ku 17 meh in xeber ji wan nayê girtin, bi daxwaza “bilez serdanê bike” miracaetî CPT’ê kir. 

Li gorî nûçeya Dîren Turtsever a Ajansa Mezopotamyayê (MA) de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê mircaetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) daye ji bo ku bi lez biçe Îmraliyê. Ji Adara 2021’ê ve xeber ji Ocalan û girtiyên li cem wî nayê girtin. Di miracaeta Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat diyarkirin ku şert û mercên “incommunicado” yanî xeberjênegirtina mutleq û xetera her cûre binpêkirinan didome. Miracaet balê dikişîne ser binpêkirina sîstematîk a qedexeya êşkenceyê ya li Îmraliyê, û li ser qewmînên di navbera Nîsan û Tebaxa 2022’yan de agahî dan CPT’yê.  

Di navbera 1'ê Nîsanê û 31'ê Tebaxê de 40 miracaetên hevdîtinê yên parêzeran û 21 miracaetên hevdîtinan ên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin. Ev miracaet hemû jî hatine astengkirin.
 
Bersiv nedan 775 parêzeran

Di miracaetê de hat diyarkirin ku bi sedema ku astengkirina hevdîtinan a bi miwekîlan re li dijî qedexeya êşkenceyê ye, 775 parêzeran di 10’ê Hezîrana 2022’yan de miracaetî Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê kir û xwest ku demildest divê parêzer biçin miwekîlên xwe bibînin. Lê belê heta niha jî tu bersiv nedane miracaeta parêzeran. 

Parêzeran di miracaeta CPT´yê de behsa qedexekirina hevdîtina parêzeran û cezayên dsîplînê jî kiriye. Wan got, di 12’ê Cotmeha 2021’ê de biryara qedexekirina serdana parêzeran a 6 meh hatibû dayîn, tevî ku ev qedexe di 22’yê Nîsana 2022’yan de bi dawî bû jî, yekser miracaet hate kirin û ev miracaet jî hate redkirin û bêbersiv ma.

Her wiha hat destnîşankirin ku di 13'ê Nîsana 2022'yan de Dadgeha Înfazê ya 2'yemîn a Bûrsayê beriya ku dema qedexeya parêzeran bi dawî bibe, 6 meh cezayê nû yê hevdîtina parêzeran birriye, lê piştî miracaeta li dadgehê ev rewş hat zanîn. 
 
Cezayên dîsîplînê

Parêzeran bi bîr xistiye ku cezayê dsîplînê yê Desteya Dsiplînê ya Îmraliyê di Hezîranê da bi dawî bûye jî, miracaetên ji bo serdana Îmraliyê li dozgeriyê hatine redkirin. Sedema vê redkirinê jî bi îdiaya "Cezayê dsîplînê hê dewam dike" hatiye dayîn. Di miracaetê de hat destnîşankirin ku miweikîlên wan ji alîkariya parêzer û parêzvaniya hiqûqê mehrûm hatine hiştin û ev yek jî sûc e. 
 
Zûzûka biçin 

Parêzeran li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di miracaeta xwe de gotiye, Ocalan û girtiyên din pêwendiyên wan bi derve re hatine astengkirin û ji her cure parêzvaniya hiqûqî bêpar hatine hiştin. Ew ji CPT´yê dixwazin, demildest biçe serdana Girtîgeha Îmnraliyê û wezîfeya sereke ya Komîteyê ye ku divê baş zanibe heke xeber neyê girtin dê rê li ber xesarên telafiya wan nîne, veke û divê demildest dawî li vê rewşê bîne. 

Daxwazên sereke yên di miracaeta parêzeran de ev xisûsên li jêr hene:

- Divê Komîte bi awayekê bilez li Girava Îmraliyê serdanek DE FACTO pêk bîne. 

- Pêwîst e tavilê parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bê anîn. 

- Malbat û wasî divê tavilê biçin serdanê û astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan bên rakirin. 

- Divê mafê serdanê were tesîskirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayekî rûtîn bê temînkirin. 

- Pêwîst e, astengiyên li pêşiya name û faksan bên akirin. 

- Lazim e dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn û her cûre sepanên li dijî hiqûqê werin bidawîkirin. 

- Şert û mercên êşkence, muameleya dijmirovî û muameleya xerab û rewşa incommunicado ji holê bê rakirin û daxwaz tê kirin ku tavilê prosedura xala 10/2. a Peymanê bikeve dewrê. 

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.