Ji bo Azadiyê li Meksîkayê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Gulan 2022 - 21:09

  • Li paytexta Meksîkayê, Meksîko Cityê, dawiya hefteya bihurî fîlma “Ji bo azadiyê” ya Komîna film a Rojava hat nîşandan.

Li paytexta Meksîkayê, Meksîko Cityê, dawiya hefteya bihurî fîlma “Ji bo azadiyê” ya Komîna film a Rojava hat nîşandan. Filma li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûra Amedê rastî elaqeyeke mezin hat.  

Înîsiyatîfa kolektîfa ‘Cine Nómada‘ û pirtûkxane û navenda gel a Volcana Lugar Común ji bo piştgiriya bi gele Kurd re film nîşan dan.

Di dema nîşandana filmê de êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî hatin rûreşkirin. 

Piştî temaşekirina li filmê, temaşevanan hest û nihêrînên xwe ji bo piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re anîn ziman û pirs kirin ji bo ku çarçoveya dîrokî ya filmê baştir fêmbikin. Di heman demê de pîrtûkên li ser paradigma konfederalizma demokratîk û têkoşîna azadiya Kurdistanê jî hatin belavkirin.

Li dawiyê dîmenekî piştgiriya bi gelê Kurd û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hat girtin. 

Her wiha projeya nû 'Akademiya Modernîteya Demokratîk jî hat danasîn, a ku pêr malpera xwe bi zimanê Spanî jî ragihand.  

MEKSÎKO CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.