Ji ber gefan weşan sekinî

Duşem 20 Sibat 2023 - 00:12

Tevna televîzyonê ya serbixwe, Iran International ji ber gefên li ser rojnamevanên li Londonê, ragihand ku wê karên xwe yên li Ingilistanê sekinandine.

Vê kanala televîzyonê ya bi zimanê Farsî, ragihand ku ji ber 'gefên ji Îranê yên bi piştevaniya dewletê gelekî zêde bûne' wan ev biryar daye: "Ji ber ku gef gihiştine wê astê ku nema dikarin personelên kanalê biparêzin, me biryareke bi vî rengî da."

Kanal wê karên xwe ji ofîsa ji Washîngtonê dewam bike.

polêsan Mijdarê du rojnamevanên Ingiliz-Îranî yên kanalê, têkildarî rîska gengaz a li ser jiyana wan, hişyar kiribûn. Li nêzî studyoya kanalê ya li Londonê polês hatibûn bicihkirin û li derveyî avahiyê jî bendên ji betonê hatibû bicihkirin.

Rêxistina Polêsan a Londonê ragihand ku ji destpêka sala 2022’yan û vir ve 15 hewldanên sûîqestê hatine astengkirin.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.