Iraq û NY Ka parastina we?

În 13 Îlon 2024 - 03:05

Dayikên Aştiyê yên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya xwe ango avahiya duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi rêya balafira bêmirov û biçek hate bombebarankirin daxuyaniyek da.

Pêr avahiya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû hedefa balafira bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker. Bi pêşengiya Meclis û Dayikên Aştiyê  xelkê wargehê li ber avahiya dayikên aştiyê kombûn û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Medîne Hilalî ve hat dayîn. Dayê Medîne di destpêka axaftina xwe de êrişa dewleta Tîrk a li ser sazî û wargeha xwe bi tundî şermezar kir û got:“Xelkê Wargeha Mexmûrê, xelkê ku ji ber zilm û zordariyê penaber bûyî ye. Ew kesên ku dibêjin em penaberan diparêzin, ka parastina te? Tu nikarî me bi van êrişan bitirsînî, em tu carî ji doza xwe navegerin, em li ser kîjan dozê hatine, em ê li ser wê dozê bimeşin jî. Em gelin, tu gerîla di nava me de nîne, hemû jin, zarok, pîr û kalin. Em penaberin û li pey heqê xwe û çil milyon Kurd digerin. Ez bang li Mesûd Barzanî dikim, tu şerê kursiyê li gel me dikî, bila kursî ji bo te be û bêje ezê weke Ocalan çil milyon Kurd biparêzim. Ev neh carin te wargeha Mexmûr firotiye ji bo berjewendiyên xwe, eger tu nikaribî li pêşiya çil milyon Kurd baxivî, nebêje ez serokim. Eger îro Wargeha Mexmûr Hewlêr neparastiba, wê niha paytexta DAIŞ’ê bûya. Ez bang li Kurdê welatparêz dikim bila li hemberî êrişên li ser Mexmûrê dengê xwe bilind bike, êdî bese, bila zarok û dayikên Kurdan negirîn.” Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Tuyê me bi têlan biparêzî!

Li aliyekî din jinên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn diyar kirin ku PDK û rêveberiya Iraqê jî şirîkên sûcên dewleta tirk in. 

Di êrişê de dayika 2 zarokan Edîbe Paksoy birîndar bûbû. Paksoy, qala tiştên qewimî kir û wiha got:“Di teqînê de tevî pitikê xwe yê 3 mehî birîndar bûm. Mala me li kêleka mala êriş li dijî wê hatiye kirin bû. Min zarokê xwe dinivand û wê demê êriş kirin. Ji ber êrişê camên pacê şikestin û zarokê min birîndar bû.” Paksoy bi bîr xist ku gelek caran li dijî kampa wan êriş tên kirin û got:“Hikûmeta Iraqê çendek sal berê dora kampê bi têlan girt û soza parastinê dabû. Ma wê bi van têlan me ji êrişên hewayî rizgar bikin? Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê me naparêzin. Ew jî şirîkên van êrişan e. Em ji ber kurdbûna xwe hedef tên girtin. Tu baweriya me nîne ku Iraq û NY me biparêze. Weke gel, baweriya me bi xwe tê. Divê kesek li dijî êrişan bêdeng nemîne. Divê bi taybet jî gelê kurd dengê xwe bilind bike. Bila nerazîbûna xwe ya li dijî malbata Barzaniyan bi eşkereyî nîşan bidin.”  Ji jinên birîndar bûbûn Ezîme Kabul jî got:’’Êriş li dijî mala Dayikên Aştiyê hatiye kirin. Kabul, anî ziman ku dema li gel dayikeke din li ber deriyê malê rûdinişt ji nişka ve teqîneke mezin çêbû û her tişt di nava toz û dumanê de ma. Li Mexmûrê dayik, zarok, nexweş û kal û pîr dijîn. Xelkê kampê sivîl in. Em li Iraqê ne lê Iraq me naparêze. Em ji ber zilma Tirkiyeyê hatin vê derê lê li vir jî bela xwe ji me venake. Li ku derê kurdek hebe êrişî wir dike. Li vir yek gerîlayê PKK’ê tune ye. Tenê leşkerên Iraqê hene.” Kabul, bal bire ser rola PDK-Barzaniyan a di êrişan de û got:“Barzaniyan Kurdistan firotin. Ne tenê Kampa Mexmûrê, tevahiya Başûr pêşkeş kirin. Bi dehan baregehên Tirkiyeyê li Başûr hene. Di serî de kurdên Başûr, divê hemû kurd rabin ser pêyan. Dem dema yekitiyê ye.” Gulê Ozek a di êrişê de birîndar bûbû jî êriş şermezar kir û got:“Tirkiyeyê malên me şewitand û zarokên me qetil kir. Em ji ber wê zordestiyê hatin vê derê. Divê hikûmeta Iraqê çavên xwe li êrişan negire. NY dibêje ez we diparêzim. Kanê NY? Tirkiyeyê bi SÎHA’yan li me dayikan xist. Hêj niha jî li ser serê me SÎHA digerin. Banga min ji bo dewletên dibêjin mafên mirovan diparêzin ev e; berpirsyartiyên xwe bicih bînin û xwedî li mafên mirovan derkevin. Bila gelê kurd jî bibêje êdî bes e.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.