Îranê hîcab dîsa ferz kir!

Nûçeyên Jin

Sêşem 22 Tebax 2023 - 16:29

Li Îranê hîcaba bi darê zorê ji aliyê komîsyona meclisê ve hate erêkirin. Li gorî qanûnê, jinên ku hîcabê nedin serê xwe, wê werin cezakirin û girtin.

Li parlamena Îranê ji bo jinên ku ‘qanûna hîcaba bi zorê’ binpê dikin, bi awayekî giran werin cezakirin di mijara sazkirina qanûnê de gaveke nû hat avêtin. Komîsyona parlamenê pêşnûma qanûn erê kir.

Pêşnûma pêş dibîne ku kesên ‘li gorî qanûna cil û bergên Îslamî tevnegerin’  bi cezayên giran werin cezakirin. Li gorî vê yekê heke qanûn ji carekê zêdetir were binpêkirin, cezayê pere wê bê birrîn. Heke ev binpêkirin careke din were dubarekirin û di rewşên îstîsnayî de heta 15 salan cezayê girtîgehê û herî kêm cezayê pere yê 5 hezar Eurê wê bê birrîn. Li gorî pêşnûmayê, kesên qanûnê binpê dikin û di nava civakê bi nav û deng in, wê girantir bên cezakirin.

Heke jin li cihên kar hîcabê nedin serê xwe, wê ji alîkariyên fermî bêpar bimînin, pêşnûma di heman demê de dixwaze ku ev jin heta 15 salan ji pîşeyê werin dûrxistin jî. Dadgeh dema kes “sûcdar” bin wê biryarê bide ka dest dayne ser malên wan yan na. Jinên ne Îranî jî wê werin dersînorkirin.

 

Weşandina wêneyan jî suc e!

Weşandina wêneyên bê hîcab di înternetê de wê were cezakirin. 
Pêşnûma qanûn dixwaze ku kesên qedexeya hicabê binpê dikin, derketina wan a derveyî welat were qedexekirin. 

 

Salvegera ‘Jin jiyan azadî’

Qanûn, bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Amînî ji aliyê polêsên hîcabê ve ji bo serîtewandina li jinan li ber rejîma Îranê bersivek e.
Di payîza 2022’yan de bi îdiaya hîcaba ne li gorî rêbazên Îslamê, polêsê hîcabê li Tehranê Jîna Amînî kiribû nezaretê û qetil kiribû. Serhildanên ku li Îranê dest pê kiribûn, hê jî dewam dikin. Bi taybetî li bajarên mezin, hejmarek zêde jin li ber hîcaba bi darê zorê radibin. Serokê dînî yê Îranê, Îbrahîm Reîsî, berê jî gef xwaribû ku ew ê jinên serqot ceza bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.