Îranê du jinên Kurd bi dar ve kirin

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • Hêzên Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Sine, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin bi dar ve kirin.

Hêzên Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Sine, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin bi dar ve kirin. Her du jin jî bi darê zorê hatibpn zewicandin û ji ber kuştina mêrên bi zorê bi wan re hatine zewicandin cezayî îdamê li wan hatibû birrîn. 

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, li bajarê Rojhilat Sinê, jina bi navê Soheyla Abidî ya 23 salî pêr hatiye bidarvekirin. Soheyla Abidî ji xelkê bajarokê Bîcar ê Sine ye. Beriya bi 7 salan dadgeheke rejîma Îranê bi hinceta “kuştina bi qestî’ a mêrê xwe” cezayê bidarvekirinê lê birrîbû. Gava ku ev jina ciwan 15 salî bû bi darê zorê bi vî mêrî re hatibû xzewicandin. Hat zanîn ku pêr hêzên dewleta Îranê yên li girtîgeha Sinê, Soheyla Abidî birine hucreya yekkesî û ew paşê bi dar ve kirine.

Li bajarê Rojhilat, Ûrmiyê jî, jina bi navê Feranek Beheştî li girtîgeha Ûrmiyê hat bidarvekirin. Feranek Beheştî ji xelkê bajarokê Tîkabê ye. Beriya qederê 5 salan, dadgeheke rejîma Îranê bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê cezayê bidarvekirinê lê birrîbû. Feranek Beheştî jî bi darê zorê bi wî mêrî re dabûn zewicandin.  

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.