Îranê 3 kolberên din birîndar kirin

Sêşem 6 Îlon 2022 - 04:09

Yekşema bihurî yanî 4´ê Îlonê, li ser sînorê bajarê Newsûdê du kolberên Kurd yên bi navên “Îqibal Elîzade” ji xelkê bajarê Merîwanê û “Perwîz Muradî” ji xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji ber teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê, birîndar bûn.

Hêzên leşkerî, bêyî ku berê agahdar bikin, ew herdu kolberên Kurd dane ber guleyan.

Di vê bûyerê de, Îqibal Elîzade, bi sebeba berketina saçimeyên zêde, çendîn endamên wî birîndar bûne û Perwîz Muradî jî tenê pêyê wî di vê bûyerê de birîndar bûye.

Ew herdu kolberên ji bo dermankirinê şandine nexweşxaneyê.

Kolberekî din ê xelkê bajarê Serdeştê li ser sînorê Banê hatin birîndarkirinê. Hat zanîn ku pêncşema bihurî yanî 1`ê Îlonê jî kolberekî bi navê “Mihemed Eslanî” yê 36 salî û xelkê gundê “Kunemişkê” yê ser bi Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Banê hatiye birîndarkirin. Mihemed Eslanî zewicî ye û bavê du zarokan e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.