Hêzên Îranê kolberek Kurd qetil kir

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 02:45

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku roja 25’ê Tîrmehê kolberekî Kurd bi navê Berzan Salihî (38) yê xelkê bajarê Bane, li devera sinorî ya Seyranbend ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Hat gotin ku hêzên rejîmê bêyî ku pêşwext koma kolberan agahdar bikin, gule li wan barandine û di encamê de Berzan Salihî yê bavê sê zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye, ji ber siyaseta rejîma Îranê ya birçîkirin û bêderfetiyên kar, beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî karê kolberiyê dike. Rojane li ser sinorên ku dijminan di nava Kurdan de xêzkirine, ji aliyê hêzên rejîma Îranê, hinek car jî ji aliyê Tirkiye û Iraqê ve tên gulebarankirin. Li gor daneyan, tenê di sala borî de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatine qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.