Li Serdeştê kolber di bin aşûtê de man

Duşem 29 Kanûn 2025 - 02:45

Di nûçeyek Kolbernewsê de hate ragihandin ku li sînorê Serdeştê, di encama aşûtê de du kolberan jiyana xwe ji dest dan û du kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî di Kolbernews’ê de hatî belavkirin, li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama aşûtê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 2 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku kolberên jiyana xwe ji dest dayîn bi navê; Kemal Xizir ê ji bajarê Pîranşarê ye, zewiciye û bavê sê zarokan e, kolberê din jî bi navê Xusrew Hemzepûr ê ji gundê Dolegermê ye.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.