Îranê 2 zarokên Kurd şehîd kirin

Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:39

  • Hêzên leşkerî yên Îranê, 31´ê Tîrmehê êvarê li nêzî gundê Qulqule yê ser bi Mêrîwanê gule li wesaîtekê reşandin. 

Hêzên leşkerî yên Îranê, 31´ê Tîrmehê êvarê li nêzî gundê Qulqule yê ser bi Mêrîwanê gule li wesaîtekê reşandin.

Wan du zarokên birayên hev di êrişê de şehîd kirin. Maşîn a welatiyê bi navê Rehman Raşîdî Menêş bû. Maşîn li ser rêya Xuremavayê bû. Hêzên rejîma Îranê yên li ser xala kontrolê ya Fîrozavayê êrişî maşînê kir. Di êrişê de li gorî çavkaniyên agahdar, “Mêhdî” û “Metîn” Raşîdî Menêş yên 9 û 13 salî şehîd bûn. Hêzên Îranê dê û bavê wan Rehamn û Homa jî kirin nezaretê.

Heta dema amadekirina nûçeya me jî, fermî nehatibû gotin, ka ji bo çi hêzên dagirker êrişî maşîna vê malbata Kurd kirine. 

MERÎWAN / KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.