Îranê 2 jîngehparêz kirin nezaretê
Yekşem 7 Tebax 2022 - 21:33
- Hat zanîn ku çalakvanekî jîngehparêziyê li Sine û yek jî li Merîwanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin.
Hat zanîn ku çalakvanekî jîngehparêziyê li Sine û yek jî li Merîwanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin. Aqûbeta wan jî heta niha ne diyar e.
Li gorî tor û dezgehên mafê mirovan û jîngehparêzan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 2’ê Tebaxê çalakê jîngehparêz Newîd Konepûşî yê ji bajarê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtlaetê (Îstîxbaratê) ya Îranê hatiye vexwandin û li wir ew kirine nezaretê.
Her wiha hat zanîn ku Îtlaetê jîngehparêzekî din jî li Sine kiriye nezaretê. Îtaletê Aram Efzelî yê jîngehparêz beriya niha bi hefteyekê kiriye nezaretê.
Têkildarê rewşa her du jîngehparêzan û cihê lê ragirtî ne, ti agahî heta niha nehatiye bidestxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN