Îran Bradost û Balekayetî topbaran kirin
Duşem 26 Îlon 2022 - 05:24
Rejîma Îranê careke din, herêmên çiyayî yên herêmên Bradost û Balekayetiyê yên ser bi Hewlêrê, topbaran kirin.
Rejîma Îranê gundên Bin Perêze, Derho, Ketine, Gorasayê, Naw Rûbaran, Seqer û quntara çiyayê Berbizina yên Bradostê topbaran kirin.
Li Balekayetî jî çiyayê Helgurd û qûntara çiyayê Çîxê Derê yên ser bi Çomanê hatin topbarankirin.
Rejîma Îranê ya ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwe bi zora tank û topan digire, bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê vê lawaziya xwe bêhtir nîşan dide. Îranê pêr jî herêma Bradostê topbaran kiribû.
ROJNEWS/HEWLÊR