Însiyatîfa pêdiviyên dibistanan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 15 Îlon 2023 - 00:15

NISRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Hilberînerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel daketina nirxê lîreyê sûriyeyê, ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanê weke çente û solan bi nîvê qîmetê, însiyatîfek destpê kir.

Weke deverên cuda yên Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî jî ji ber têkçûna nirxê lîreya sûriyeyî ji ber bihabûna nirxên kelûpelan, zehmetiyê dibînin. Di encamê de rewşa jiyanî ya şêniyan xera bûye. Weke helwdanekê ji bo sivikkirina barê xelkê nexasim hemwextî dorpêça hikumeta Şamê hilberînêrên herdu taxan çente û pêlav bi nirxekî erzan peyda kirin.

Mîhrîcana ’Telêt Heleb’

Yekitiya Hilberîneran a herdu taxan li gorî însiyatîfeke serbixwe, mîhrîcanek bi navê "Mîhrîcana Telêt Heleb" lidar xist. Di vê însiyatîfê de hilberînêran çente û pêlav ji bo hemû temenan bi nirxekî erzan li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê peyda dikin. Mîhrîcanê ji 16'ê Tebaxê de dest pê kiriye û wê heta 16'ê Îlonê bidome. Tevî erzanbûnê, di mîhrîcanê de pêşbirk tên lidarxistin û xelat tên belavkirin, ku şênî di heman demê de destpêka sala xwendinê ya nû berê xwe didinê da ku pêdiviyên dibistanan bikirin. Ev mîhrîcana çaremîn e ku sala bihurî 2 li kantona Şehbayê û ya 3'yê li Helebê hatin lidarxistin. Di wan mîhrîcanan de ne tenê pêdiviyên dibistanan, cil û berg jî hebûn.  

Ew ê mîhrîcaneke din pêk bê

Endamê Rêveberiya Yekitiya Hilberînêran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Farûq Ereb got: "Ev 2 sal in em vî karî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin û em kelûpelên ku di kargehên me yên li herdu taxan de tên çêkirin di mîhrîcanan de difiroşin. Rewşa jiyanî dijwar e, xelk gelek zehmetiyan di kirrîna pêdiviyên xwe de dibîne. Ji ber wê jî me hewl da bi rêya peydakirina çente û pêlavan bi nirxekî guncav, barê wan sivik bikin." Ereb da zanîn ku wê mîhrîcaneke din bi destpêka werza zivistanê re bê lidarxistin û got:"Em ê mîhrîcaneke din ji bo firotina cilûbergên zivistanê li dar bixin, heta ji destê me bê em ê destekê bidin şêniyên xwe."

Sebîha Reşo jî got:"Em bi vî karî kêfxweş in, nirx li gor rewşa me ya jiyanî ye û cûreyê tiştên ku em ji mîhrîcanê dikirin, baş e." Sebîha destnîşan kir ku ne ji mîhrîcanê ba wê nedikarî tiştekî ji bo zarokên xwe bikiriya. Spasiya hilberînêran kir û hêvî kir ku ev xebat bidomin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.