Modela xweseriyê pirrengiyê diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Gulan 2025 - 00:30

Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyek şêwekarên Sûriyeyî yên beşdarî sempozyuma kantona Tebqayê bûne pêşwazî kir.

Şande ji hevseroketiya Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 31 şêwekarên ji seranserî Sûriyeyê yên beşdarî sempozyumê bûne, pêk hat.

Di rûniştinê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî û got: "Hevgirtina tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê stûna bingehîn a pêkanîna siberojeke demokratîk a giştî ye." Di civînê de herdu aliyan li ser rêbazên destekdayîna qada huner û çandê ya herêmê û berfirehkirina nimûneya Rêveberiya Xweser da ku li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî mekanîzmayên xebata Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafên tevahî pêkhateyan pêşkêş kirin û got: "Em ji bo temsîliyeta hemû beşên civakê misoger bikin û rêzê li taybetmendiyên wan di çarçoveya yekitiya Sûriyeyê de bigirin, di nava xebatê de ne. Em kesên nû yên beşdarî sempozyuma hunera şêwekariyê bûne, pêşwazî dikin."

Xizmetî edaleta civakî dike

Evîn di berdewama gotina xwe de got: "Me pir êş kişandin heta ku gihîştin vê qonaxa bihês û îstîqrar. Me zimanê xwe yê dayik xwend û me bi pêkhateyên din re li herêmê kir bingehek." Şandeyê jî pesna hewlên çandî yên Rêveberiya Xweser da û hêvî kir ku ev tecrûbe li tevahî welat berfireh bibe û tevahî welat bigire nav xwe, ji ber ku ev ezmûn xizmetî edaleta civakî dike û pirrengiya Sûriyeyê diparêze.

Ev serdan û rûniştin piştî şande beşdarî Sempoyuzma 5’an a Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bû, ku di 3’yê Gulanê de li dar ketibû, pêk hat.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.