Rîtma rengên Suriyeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 00:16

Sempozyûma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn ku îsal li kantona Tebqayê hat lidarxistin, derfeteke girîng ji hunermendan re peyda kir ku çandên civakên Sûriyeyê nêzî hev bikin û bi tabloyên xwe peyamên biratî û jiyana hevbeş di navbera hemû civakên Sûriyeyê de ragihînin.

Sempozyûm di 3’yê Gulanê de bi dirûşma “Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê ve” li Tebqayê dest pê kir. Sempozyûm ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê tê lidarxistin.

31 hunermendên ji seranserî Sûriyeyê beşdarî sempozyûmê bûn û dê 6 ​​rojan dewam bike.

‘Şêwekar sînoran nas nakin’

Şêwekar Muhannad Ala Eldîn ê ji Laziqiyê beşdarî sempozyûmê bûye, got: "Hunermendên şêwekar li seranserê welêt sînoran nas nakin. Sînorên me belavkirina çanda şahî, hezkirin, bedewî û aştiyê ne. Wek hunermendekî ji bajarê Laziqiyê, ez van gavên Rêveberiya Xweser giranbuha dinirxînim, ji be ku rev gav ji bo biratiya di navbera pêkhateyan de pir girîng in." Ala Eldîn got: "Ev çalakî têgihîştina kollektîf li seranserî Sûriyeyê bi pêş dixe, dûrê nakokiyên heyî yên di navbera hin komên Sûriyeyê de. Em hunermend van nakokiyan qebûl nakin û hemû nakokiyan derbas dikin, ji ber ku çanda me ya aştî û hezkirinê ye. Ev çand peyamek di hundirê me de ye û bi tablo û berhemên me derdikeve hole.”

‘Jin bi awayekî azad çanda xwe nîşan didin’

Şêwekara ji Quneytrayê Zemzem El Hec jî beşdarbûna xwe nirxand û got: "Ezmûna Sempozyûma Hunerên Şêwekariyê pir xweş e, ji ber ku hunermendên ji pêkhate, reng û herêmên cuda kom dike û tîne ba hev." Zemzem ev forum wek platformek ji bo jinên azad nirxand û wiha got: "Sûriyeya resen ew e ku guh dide jinan û berjewendiyên wan ên civakî, çandî û hunerî. Ev sempozyûm platformek e ku jin bi awayekî azad çanda xwe û ramanên xwe nîşan bibidn. "

Bi hunerê têkilî xurttir dibin

Şêwekara ji Kobanê Îlham Îsa jî hewl dide ku dengê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîne hemû gelên Sûriyeyê. Îlhamê got: "Ev cara yekemîn e ku beşdarî vê sempozyûmê dibim û ez pê kêfxweş im. Min xwest ku bi tabloya xwe berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ewlehiya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe pêk tîne, ragihînim. Ev bangeke berxwedanê ya ji bo aştiyê ye.” Îlhamê tekez kir ku divê civak bi rêya têkiliyên mirovî û hunerî werin cem hev û wiha got: "Divê di sempozyûm û pêşangehên hunerî de beşeke berfireh ya pêkhateyên curbecur amade bibin, da ku têkilî di navbera hunermendan û civakên xurt bibe, li ser bingeha girêdana biratî û mirovatiyê. Bi rêya tabloyên xwe em hewl didin ku êş û azarên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê bi giştî ragihînin.”

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.