Hunermendên Şehîd!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:49

  • Şoreşger ji xwendina pirtûkan, nivîsandina helbestan, xêzkirina wêneyan, lêxistina enstrûmanan, stran gotinê û nivîsandina rojnivîskan hez dikin. Dîroka cîhanê û Kurdistanê bi van mînakan tijî ye. Mirov dikare bêje, “Di ruhê şoreşgeran de huner heye”.

FÎRAZ BARAN

“Hunermendê gel şervanê gel e. Şervanê gel, hunermendê gel e.“ Abdullah Öcalan

Alî Dogan Yildirim di sala 1974an de li Tûzluçayira Enqereyê tevlî şoreşê dibe. Wê demê hîn PKK nehatibû avakirin û weke komeke biçûk dixebitîn. Yildirim bi tembûra xwe li ser Kurdistanê stran tomar kirine. Ew şehîdê yekemîn ê PKK û xebatên çand û hunerê ye. Yildirim, di sala 1976’an de şehîd dibe. Delîl Doxan jî beriya sala 1980’î yek ji kadroyên bi bandor ên PKKê bû. Wî jî muzîk çêdikir. Mînak strana bi navê “Canê Canê” Delîl Doxan çêkiriye. Bihara sala 1980’î li Lubnanê perwerdeya leşkerî dibîne. Wê demê bi Şehîd Sefkan, Şivan Perwer û Gulistan Perwer re li Lubnanê konseran didin. Rêveberiya PKKê jê daxwaz dike ku ji bo xebatên çand û hunerî biçe Ewropayê. Lê ew dibêje:’’Ez dixwazim vegerim welat û bibim yek ji kesên ku wê şerê gerîla bidin destpêkirin.’’ Delîl Doxan vedigere welat û şehîd dibe.

Strana bi navê “Bîngol Şewitî” ku hozan Zozan xwendibû li ser şehîd Zekî Yildiz e. Zekî Yildiz jî helbest dinivîsandin. Yildiz dema ku bû gerîla zewicî bû. Wê demê de kurê wî Hakî Ciwan tê dinê. Ji bo kurê xwe helbestek nivîsiye. Navê helbestê wiha ye:’’Min nekarî te pêşniyaz bikim li odeya nexweşxaneyê“.

Li HUNERKOM’ê Keda Şehîdan

Şoreşa Kurdistanê yekemîn saziyên çand û hunerî li Elmanyayê ava kiriye. Wek mînak: Rojnameya Serxwebûn di Çileya 1982’an de li bajarê Kolnê dest bi weşana mehane dike. Di heman salê de Weşanxaneya Serxwebûn û di sala 1983’an de jî HUNERKOM hatiye damezrandin. Sê şehîdên Kurdistanê di avakirina HUNERKOMê de cîh girtine: Şehîd Sefkan (Celal Ercan-1985), Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydın-1992) û Şehîd Çiya (Gazî Sayan-1997). Xebatên Serxwebûnê jî bi keda şehîd Mazlum Doxan di sala 1979’an de dest pê kiribû.

1979: Li Erebistanê Xebatên Muzîkê

Haya gelek kesî tune ye ku di sala 1979’an de li Erebistana Siûdî xebatên muzîkê hatine kirin. Çîroka xebatên muzîkê li Erebîstanê wiha ye: Xelîl Xemgîn di sala 1978’an de ji bo xebatê diçe vî welatî. Li wir Huseyîn Yorulmaz nas dike. Yorulmaz ji Semsûrê ye û sempatîzanê Apociyan e. Ji Xelîl Xemgîn re behsa Apociyan dike. Dibêje:“Kurdistana azad hedef digirin. Ji bo vê jî xwe birêxistin dikin. Di demeke nêz de ew ê têkoşîna çekdarî bikin.“ Xelîl Xemgîn ciwanek e ku fikra rizgariya neteweyî pejirandibû û bi Yorulmaz re dest bi xebatên çandî û siyasî dike. Di nava karkerên Kurd de propagandayê dikin û û alîkariya aborî kom dikin. Alîkariyên berhev kirine dişînin têkoşîna Hîlwan-Sêwregê. Dema ku şerê çekdarî dest pê dike herdu jî vedigerin Kurdistanê. Huseyîn Yorulmaz di sala 1987’an de li Semsûrê şehîd dibe. Xelîl Xemgîn bi pêşniyara Rêber Apo di dawiya sala 1985’an de ji bo xebatên çand û hunerê diçe Almanyayê.

1981: Yekem Koma Govendê

Di navbera salên 1980 û 2004an de li Ewropayê zêdetirîn 200 komên govendê tên damezrandin. Komên govendê HUNERKOM (1983-1993), Akademiya Çand û Hunera Kurdî û komeleyên bajaran ava dikin. Yekem koma govendê li bajarê Celle (Almanya), di sala 1981an de hatiye damezrandin. Navê wê Koma Amed bûye. Komê navê xwe li ser berxwedana zindanê girtiye. Koma Amed, li welatên cûda beşdarî şevên mezin bûye û beşa govenda gelerî ya HUNERKOMê parastiye.

Komê, şehîdê me yê nemir Mam Zekî Şengalî ava kiriye. Dû endamê komê jî şehîd in: Sîpan kurê Mam Zekî (Kasım Özden-1992) û Binevş Agal (Bêrîvan-1989).

Koma Amed ji Rihayê heta Xerzanê ji dîlanên bajarên cuda pêşker kiriye. Her wiha endamên komê tenê dîlan negirtine.

Şano lîhistine, di komeleyan de kar kirine û beşdarî xebatên rexistinkirina gel bûne. Yekemîn Mîhrîcan di sala 1987an de hatiye lidarxistin. Wê salê Koma Amed di pêşbirka Mîhrîcanê de dibe yekemîn. Serê govendê jî Şehîd Sîpan bûye.

Yanî yê ku yekemîn peşbirka Mîhrîcanê bi dest xistiye û bûye serê govendê pakrewanek e. Koma Amed salên din jî gelek caran xelata yekemîn girtiye. Di xebatên govendê de Sîpan, Binevş Agal, Kasım Engîn û Engîn Sîncer mînakên dilsoziyeke mezin in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.