Bîranîn û xwezaya zarokatiyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Tebax 2024 - 00:38

  • Kesên ku li gundan ma bin û zarokatiya xwe li wir bihurandibin zû biz û serpêhatiyên gund jibîr nakin. Hunermenda bi navê Anastasia Trusova jî bi tabloyên empresyonîst xwezaya zarokatiya xwe bibîrtîne û dibêje hûn her li kur bijîn jî kok û rehên xwe ji bîr nekin.

Hunermenda bi navê Anastasia Trusova bi akrîlîkên biriqî resmên împasto çêdike. Ji bo van resmên xwe çêbike xweza bûye îlhama wê ya sereke. Di resmên wê de pal, deşt, çem û golên xweşik hene. Mirov dikare her menzereyeke wê weke derbirîneke “Psychedelic” binirxîne. Ji lewma menzereyên ku xêz kirine weke xewnan in. Her wiha têkiliya van resman bi resmên Vincent van Gogh re jî zêde ne û mirov dikare wane weke şiroveyeke nûjen a resmên empresonîst jî bibîne. 

Anastasia Trusova li di sala 1988’an de li navçeyeke piçûk ya Rûsyayê hatiye dinyayê û heya 12 saliya xwe li wir mezin bûye û sadebûna xwezaya gundan her tim maye di bîra wê de. Gava wan rojan bibîr tîne dibêje; “Wî zemanî weke her kesî yê me jî tiştekî me tine bû lê hawirdora me bi xweza û bereketa wê dorpêçkirî bû. Deşt, daristan, çem û golên xweşik hebûn ku ew tim mane di hişê min de.” Zarokatî û xwezaya li Rûsyayê tesîrê li hunera wê kiriye û ji piçûkatî ve dest bi xêzkirina resman kiriye. Li zanîngehê jî di beşa sêwîrandinê de dixwîne. Piştî ku zanîngeh diqedîne berê xwe dide Çînê û 8 salan li wir dimîne. Wê li Çînê gelek sol sêwirandine û di vî karî de bûye keseke pispor. Lê piştî ku dizewice li Belçîkayê bi cih dibe û niha xwedî sê zarokan e. Ew ji stîla xwe ya resman wiha bi nav dike; “textured graphic impressionism” (empresyonîzma grafîk) û bi vê stîlê gelek wêne sêwirandine ku her yek ji yên din rengîntir û xweşiktir e.

Guherîna xwezayê û xweşikiya kêliyan

Trusova gava li ser tuwalê tiştekî disêwirîne boyaxeke zêde ya akrîlîk bikartîne û tevî tebeqeyê ku hazir dike şêwe dide fîgûrên xwe. Bi vî awayî reng û ruhê xwezayê baştir nîşan dide. Ewrên ku li dora hev dizîvirin, kulîlk û fîgûrên ku li ser tuwalê bi cih dike bi pîgmentên qalind hatine çêkirin. Gava mirov bala xwe dide hûrgiliyên li ser tabloyên wê mirov dibîne ku di vî warî de bi awayekî hosteyane tevgeriyaye û zêde têkilî xwezayê nebûye. Ji xwe ew ji bo vî tiştî jî dibêje; “Guherîna xwezayê û xweşikiya kêliyên li xwezayê pirr bala min dikşînin. Ez van kêliyan çawa dibînim û hîs dikim wisa nîşan didim bêyî ku zêde pê bilîzim û xera bikim. Ez dixwazim bi van resman xwezaya zarokatiya xwe biparêzim û bi rêya van berheman bikim ku nifşên nû jî hay ji vê xwezayê hebin.”

Kok û rehên xwe bi bîr bînin

Trusova gava li zarokatiya xwe û xwezayê dihizire diêşe ji lewma dide zanîn ku ew ê zarokên wê ti carî li wê xwezayê venegirin û wiha pê de diçe; “Mixabin vî zemanî em dibînin ku ciwan ji gundan bar dikin bajarên mezin. Wan kuçeyên bêdeng û malên xweşik li pey xwe dihêlin. Dizanim ev rewş rastiyeke vê demê ye û pê diêşim. Gava ez tevî zarokên xwe li van mal, kuçe û gundan vedigerim pirr kêfxweş dibim lê ji hêlekê ve jî aciz dibim. Gava zarokatiya xwe ya li van deran bibîrtînim pirr kêfxweş dibim lê gava bîr dibim ku ew ê zarokên min li vir nemînin û nejîn xemgîn dibim. Ji lewma van resman çêdikim da ku serpêhatiyên xwe jibîr nekim û dixwazim nifşên siberojê jî hay ji vê xwezayê hebin. Ew her çend dûrî ax û welatê xwe bin jî bila tim kok û rehên xwe bibîrbînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.