Serketinên mezin afirandin

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:55

HPG’ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir û got:“Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:“Nîsana 2024'an di encama êrişên dijmin yên li ser herêma Xakurkê de, hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku ji bo misogeriya azadiya gelê me ji her cûre fedakariyê re amade bûn, bi têkoşîna xwe ya destanî ya li nava refên gerîla, ev yek ispat kirin. Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat di nava şert û mercên herî giran û demên herî zehmet de bi îradeya Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan, bi berxwedana xwe nîşan dan ku milîtaniya fedaî ya Apoyî têk naçe. Em soza xwe nû dikin ku em ê hêjayî xeta têkoşînê ya hevrêyên xwe Sema, Bahoz û Firat bin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Sema li Çewlîkê li nava malbateke dilsozê cewhera Kurdîtiyê û welatparêz jidayîk bû. Sala 2015'an dema li zanîngehê dixwend ji Bedlîsê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me li herêma Xakurkê ku zanîbû warê berxwedanê yê hevrê Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş e, ji bo hêjayî xeta têkoşînê ya hevrê Şehîd Bêrîtan bibe, gelekî hewl da. Hevrêya me Sema bi şehadeta xwe hêrsa tolhildanê ya hevrêyên xwe mezin kir. 

Hevrêyê me Bahoz li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya qedîm li warê berxwedanê Kobanê jidayîk bû. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bahoz ji xwe re kir armanc ku timî reng bide jiyana gerîla û enerjiya xwe ya pozîtîf di her kêliyê de mezin bike. Hevrêyê me Bahoz bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirinê.

Hevrêyê me Firat li nava malbateke welatparêz li Curnê Reş jidayîk bû. Sala 2014'an de zanîngeh terikand ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Firat li herêma Xakurkê hem di çêkirina tunelên şer de hem jî di gelek karên têkildarî binesaziya şer de xebitî û hewl da wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih bîne. Li herêma Xakurkê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi wêrekiya xwe ya di van çalakiyan de hêz û moral da hevrêyên xwe.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Sema Cuya Çewlig (Zîlan Azak), li Çewligê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehdî bû.

Bahoz Hewlêr (Fawaz Oso), li Kobanê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Firat Harûn (Halef Karacan), li Rihayê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.