Lihêf, nasname û dîroka xwecihan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Tebax 2024 - 00:06

Çêkirina balgîf, lihêf û mehfûran ji bo xelkê xwecih girîng in. Ev alav ji bo wan ne tenê alavên rojane ne, her wiha çand û hunera wan a dewlemend jî tînin ziman. Ji lewma çêkirina van alavan sinehetkariyekê jî dixwaze û her alavek weke berhemek hunerî ya çanda xelkên xwecih e. 

Ji bilî van tiştan ev alav gelek caran têkiliya wan ya bi rabuhiriyê re, nasname û dîroka wan re jî nîşan didin. Hunermend Wally Dion jî ji sinehetên kevn ên xelkên xwecih îlhamê digire û lihêfên rengo rengo yên şefaf ango zelal çêdike.

Wally Dion bi motîfên xweşik lihêfeke weke stêrkan ku heşt quncikên wê hene çêkiriye. Ev lihêfa ku çêkiriye ji bo hemû xelkên xwecih weke semboleke çandî tê qebûlkirin. Wally Dion bi vê berhema xwe wekî din balê dibe ser ekosîstemê jî û nîşan dide bê ka xelkên xwecih bi çi awayî bi xwezayê re têkilî danîne. 

Wally Dion ji bo qumaş û berhemên ku bi qumaş tên çêkirin dibêje; “Ez li ser çêkirina lihêfan û şêwazên çêkirina wan ên berê fikirîm. Sinehetkarên berê bi çi awayî parçeyên qumaş bikaranîbûn ji parçeyên piçûk tiştên bi çi awayî çêkiribûn. Ji lewma ez qumaş û çêkirina tiştên bi qumaş weke çandekê dinirxînim. Gava min van berhemên xwe çêkirin ez çûm rabihûriyê û min xwe li ser erdê xwecihan hîs kir. Li nav dar û xwezayê geriyam…ev xebat ji bo min weke diayekê bûn.”

Walyy Dion koleksiyoneke bi navê “Grass Quilts” hazir kiriye ji van lihêfan. Berhemên wî tevî xweza û ronahiya rojê vediguherin tiştekî din û ew ji bo ku li derve werin nîşandan hatine çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.