Govendgerên Mexmûrê yên zarok

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 00:26

NÛPELDA DENÎZ / JÎNHA / MEXMÛR

Navenda Stêra Zêrîn a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, her sal di werza havînê de ji bo zarokên wargehê dewreya perwerdeya enstrûmanan dide destpêkirin. Îsal jî di 1’ê Hezîranê de ji bo nêzî 200 zarok û ciwanên Mexmûrê dewreyek perwerdeya enstrûmanan hatibû destpêkirin. Di dewreyê de perwerdeya saz, gîtar û erbaneyê û her wiha perwerdeya govendê tê dayîn.

Navenda Stêra Zêrîn a ji bo şahî û pîrozbahiyên wargehê pêşengî dike, zarok û ciwanên wargehê bi rêya perwerdeyan fêrî govend û stranbejiyê dike. Stêra Zêrîn di çarçoveya van perwerdeyan de komekî govendê ya zarokan avakir. Koma govendê ya ji 25 zarokan pêk tê, nêzî 15 roj in her şev ji aliyê mamosteyên govendê yên Stêra Zêrîn ve tên perwerdekirin.

Mamoste û zarokên di koma govendê de cih digirin, der barê armanca perwerdeyên xwe de axivîn.

Zarok moral didin me

Yek jî mamosteyên Koma Govendê Doza Kara, diyar kir ku ev zêdetirî du meh in ji bo zarok û ciwanên Wargehê Mexmûrê perwerde dane destpêkirin û got: “Em wek Stêra Zêrîn ev du meh in ji bo zarok û ciwanên wargehê xwedî hêz bin û xwedî li çanda xwe derbikevin, perwerdeya enstrûmanan û govendê hatiye destpêkirin. Niha jî me ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê komeke govendê ava kiriye. Em wek mamoste di nava kar û xebatek mezin de ne. Kelecan û kêfxweşiya zarokan morelek mezin dide me.”

Koma govendê ya ji 25 kesan

Endama Stêra Zêrîn Rojbîn Otun a di koma govendê de cih digre, got: “Dema dibe werza havînê em wek Stêra Zêrîn û TEV-Çandê di nava kar û xebatan de ne. Ez jî di nava koma govendê de cih digrim. Em wek nêzî 200 zarok û ciwan perwerdeyên wek saz, gitar û erbanê dibînin. Her wiha di akademiya Şehîd Serhed de jî perwerde tê dayîn. Em wek koma govendê ya 25 kesan pêk tê, ev nêzî 15 roj in her şev provayên govendê dikin. Di nava koma me de kelecan û kêyfxweşiyek mezin heye.”

Jin li çandê xwedî derdikevin

Viyan Yigit a 4 salin di nava kar û xebatên Stêra Zêrin de cih digre diyar kir ku herî zêde jin xwedî li çand û hunera xwe derdikevin û got: “Em ji bo xwedî li çanda xwe derbikevin, perwerdeya govendê dibînin. Piraniya hejmara me ji zarokên keç pêk tên. Ev jî keyxweşiyek mezin e. Herî zêde jin xwedî li çanda xwe derdikevin û diparêzin. Ez bang li hemû malbatan dikim ku zarokên xwe fêrî çand û hunera xwe bikin.”

Li dijî êrîşan çandê biparêzin

Dezdar Otun ê ku di koma govendê de cih digire, bang li gelê Kurd kir ku xwedî li çand û hunera xwe derbikevin: “Ev çar sal in ez di nava Stêra Zêrîn de cih digrim. Dewleta Tirk di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser çanda me zêde kiriye. Em li dijî êrişan ji bo xwedî çanda xwe derbikevin, xebatên xwe dimeşînin. Ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî li çand û nasnameya xwe derbikevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.