Hunermendên performansê yên piçûk!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Tebax 2024 - 00:09

Kêzikên ku dişibin “Teyrê Tawis” li Awistralyayê pirr navdar in. Ew bi reng, deng û dansa xwe performansên pirr xweşik pêk tînin. Mirov dikare bibêje ew ji qam û bejna xwe zêdetir tiştan dikin. Ji lewma ew pirr piçûk in. Di navbera 3 û 5 mm de ne. Nexasim jî cinsê bi navê “Maratus” ê van kêzikan pirr balkêş e. Yek naşibe yê din û her yek xwedî rengekî resen e. 

Wêngira bi navê Maria Fernarda Cardoso di pêşangeha xwe ya nû de fokûsa xwe dide ser van kêzikên xweşik û bi rêya teknîka makro ya wênegiriyê xweşikiya wan derdixe holê.

Cardosa ji xwezaya van kêzikan îlhamê digire û di nav xebatên wê de enstalasyon, performans, peyker, vîdeo û wêne hene. Ji bo karibe bi awayekî tekûz wêneyên van kêzikên piçûk bigire qederê hezar wêneyî girtiye ta ku ya ku xwestiye bi dest xistiye. Cardoso di warê wênegiriya mîkroskobîk de jî şareza ye û di vî warî de weke pisporekê dixebite. 

Cardosa ji bo kêzikên “Teyrê Tawis” ên ku weke cinse Maratus tên zanîn dibêje; “Ev kêzikên hanê li vê dinyayê kêzikên herî bi reng û efsûn in. Reng, jest, deng û tevgera wan wan dike hunermendê performansê yên dîtbarî. Ew hunermendên herî piçûk ên di vî warî de ne. Weke libeke birincê ne lê tiştên ji serê xwe mezintir dikin!”

CANBERRA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.