Hunermendê Misrî, Mihemed Ezam li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di hepsa Îmraliyê de û têkoşîna wî ji bo rizgarkirina gelên bindest, stranek çêkir. Navê stranê “El Mecdu Ya Ocalan” e.
Gotinê stranê ji helbestên Mihemed Mehmûd Mursî ye û Mihemed Ezam bi dengê xwe gotiye. Xiristiya Bişara jî awazên stranê danîne û Biryar Efrîn jî derhêneriya klîpa stranê kiriye.
Melodiya ku di navbera terzê marşekê û klasîka rojava û rojhilat de stran bi gotinên xwe, methê Ocalan dide. Beşek ji gotinên stranê wiha ye:
Her çiqas sîtemkarî û zordarî ji gardiyan zêde bibe jî
Û Her çiqas şev dirêj bibin jî
Wê berbanga sibehê xuya bike
Wê welat bikenin û zordar bi bin bikevin
Rûmet û şanazî ji te re hat nivîsandin
Rûmet û şanazî ji te re navnîşan
Rûmet û şanazî ey Ocalan
…
Ey gotina mafdar a wêrek
Ey kenê bê guneh ê zarokan
Ey hêviya neteweya windabûyî
Rizgarkirina wê ji sîtemkariyê
Rûmet û şanazî ji te re ey qehreman
Rûmet û şanazî ji te re navnîşan
Rûmet û şanazî ey Ocalan
NAVENDA NÛÇEYAN