Hunerê di oxira tevgerê de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 06:58

  • Zêdan Qasim, ji sala 1986`an ve di nav Koma Cûdî de tev li şahiyên Newrozê dibe. Bi dehan stranên şoreşgerî dinivîse. Her wiha tev li gelek şevbihêrkan dibe û çi bi dest bixe, wê dixe xizmeta tevgerê.

ÎSAM ABDULLAH/ANHA / QAMIŞLO

 

Hunermendê nemir Zêdan Qasim bi armanca vejandina çanda Kurdî di jiyana xwe de ji bo gel û welatê xwe stran gotin û awaz çêkirin. Yek ji wan kesan bû ku tev li Koma Cûdî ya Dêrikê bû. Hunermend Zêdan Mihemed Şêx Qasim li Dêrikê sala 1966`an ji dayik bûye. Bi jenîna biziqê û bi dengê xwe yê zîz tê naskirin. Ji ber wê, gel ji dilnizmî û dilsoziya wî hez kir.

Zêdan Qasim di salên 1980`yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Piştî ku wî, tevger nas kir, hezkirina welat di dilê wî de zêdetir bû. Qasim hezkirina welat û welatparêzî li cem her 5 zarokên xwe jî ava kir. Ji ber wê, hêzên hikûmeta Şamê carinan ew tengav dikir.

Ji sala 1986`an ve di nav Koma Cûdî de Qasim tev li şahiyên Newrozê dibe. Bi dehan stranên şoreşgerî dinivîse. Her wiha tev li gelek şevbihêrkan dibe û çi bi dest bixe, wê dike xizmeta tevgerê. Armanca sereke ya avakirina Koma Cûdî, nasandina çanda herêma Dêrikê ye. Têkoşer, Zêdan Qasim di komê de bi roleke mezin rabû ji ber ku xwedî dengekî çiyayî yê xweşawaz bû û di lêdana biziqê de jî pispor bû.

 

‘Berpirsê beşa muzîkê ya Koma Cûdî bû’

Hevalê wî, Yûsif Hacî ji bo Zêdan Qasim dibêje, “Qasim cihê xwe di albûma yekemîn a komê de girt, dema Zinar, Ehmed û Muhyedîn di çemê Dîcleyê de şehîd bûn. Wê demê cihê xwe di gelek stranên şoreşgerî de girt. Bi roleke berbiçav di albûma yekemîn a Koma Cûdî de rabû ku li herêmê belav bû.”

Li rex wê jî, hunermendê nemir, berpirsê beşa muzîkê ya komê bû û rol di şanoyên li ser dika Dêrikê de lîst û tev li gelek çalakiyên hunerî bû.

 

Ji bo Xebat Dêrik stranan çêdike

Şehîdbûna Xebat Dêrik sala 2012`an bandor li hunermend Qasim kir û ji ber wê stranek amade kir û ev strana wî di roja merasîma oxirkirina Xebat Dêrik de belav bû. Di strana xwe de welatparêzî û têkoşîna şehîd Xebat Dêrik di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de wesifand. Vê stranê li herêmê deng veda.

Yûsif Hacî mirina hunermend Zêdan Qasim bi windahiyeke mezin ji bo hunerê Kurdî wesifand û wiha domand, “Ji bo çand û hunerê Kurdî, mirina hunermend Zêdan Qasim xisareke mezin bû. Ji bo wê, divê em berhemên wî biparêzin û li ser şopa wî huner û çandê bi pêş bixin.”

Hevjîna hunermend Zêdan Qasim, Xada Yûnis ku xwişka du şehîdan e; Qasim û Fîras ên li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn, hevjînê xwe teşwîq kir ku di komê de kar bike.

Têkildarî wê Xada Yûnis got, “Hevjînê min jiyana xwe bi hunerê xwe kir oxira tevgerê. Qasim komeke ji bo pêşandana şevbihêrkan li gund û bajarokan ava kir û çi pere bi dest xistin, ew kir xizmeta tevgerê, ruxmî ku rewşa me ya madî ne baş bû.”

 

Bi dilnizmiya xwe dihat naskirin

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, hunermendê nemir Zêdan Qasim tevî hevalên xwe dest bi amadekirina navenda çand û hunerî kir da ku Koma Cûdî xebatên xwe yên perwerdeyê bike. Wî ciwan hînî lêdana amûrên mûzîkê kirin û wî şanogerî jî hînî wan kir. Yek ji hevalên hunermendê nemir Mihemed Emîn Seyd Tahir ku bi dehan salan pê re mabû dibêje, “Hunermend Qasim di xizmeta tevgerê û huner de xwedî dîrokeke dagirtî ye. Me bi deh salan bi hev re kar kir. Bi dilnizmî û giyanê xwe yê şad di nav şêniyên herêmê de dihat naskirin.”

 

Parazvanê çand û hunerê Kurdî bû

Mihemed Ebû Elî, hevalê Zêdan Qasim ê şanoyê ye. Ew têkildarî hevaltiya xwe ya pê re dibêje, “Qasim, desteka hunerî û madî ji navendê re pêşkêş kir. Amûrên muzîkê ji endaman re kirîn û ew fêrî lêdana wan kir. Armanc dikir ku huner û çanda Kurdî biparêze.” Ebû Elî di dawiyê de got, “Ez soz didim hevalê xwe ku albûm û xebatên wî yên hunerî kom bikim û wek mîrasekê ji nifşên bê re amade bikim.”

Hunermend Zêdan Qasim ji ber gurçikên xwe ne rehet bû. Piştî ku di nexweşxaneya dil û çav a Qamişlo de demekê ma, her du gurçikên xwe winda kirin û bi vî awayî koça dawî kir. Wî li pey xwe mîraseke hunerî ya pirr bi qîmet hişt.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.