
Xwendekarên Zanîngeha Helebê çalakiyeke hûnerî ya ku temsîla çanda pêkhateyên herêmê dike li dar xist. Bi wê çalakiyê xwendekaran hezkirin û hevgirtina mozaîka civakî li hember hewlên tehrîbkirin û jevxistinê nîşan da.
Di çalakiya ku li pêş avahiya Menaret El Heleb a li derdora Kelehê hatiye lidarxistin de xwendekarên zanîngehê, malbatên wan, endamên rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe amade bûn.
Di çalakiyê de 22 tabloyên ku bedewiya xwezaya herêma Efrîna dagirkirî, çand û folklora gelê Kurd nîşan didan, ligel pêşangehek ji pirtûkên felsefî, wêjeyî û dîrokî hatin pêşkêşkirin.
Xwendekara bi navê Rosêl Elo bi xêrhatina haziran kir û destnîşan kir ku welat li ser aheng û hezkirinê ava dibin, bi tehrdîkirin û nefretê neteweye têk diçin û got: "Rola hunerê di derxistina çanda civakan û dîroka wan de girîng e."
Piştre koma muzîkê ya Ava ya Kurdî û jineke ciwan a Ermenî stran gotin, di heman demê de koma muzîkê ya Şûşê ya Ermenî govendeke gelêrî pêşkêş kir.
ANHA/HELEB














