Hunerê Azadiyê bi Ingilîzî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Adar 2021 - 01:20

  • Hunerê Azadiyê wê bibe kitêba yekem a berbiheve a li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ji perspektîva Kurdî hatiye nivîsîn. Bi gotinên David Graeber: Nivîskar hizirkereke şoreşger a fikirkûr, hestiyar û bixwebawer e û divê dinya dengê wê bibihîze.

Siyasetvana Kurd Havîn Guneşer li ser dîroka Tevgera Azadiya Kurd û nexasim jî fikrên wê yên azadiyê sê semîner li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dabûn. Encama van semînerên wê dibe kitêb. Navê "The Art of Freedom: A Brief History of Kurdish Liberation Struggle (Hunerê Azadiyê: Dîrokeke Kurd a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd)" e. Antropolog Prof. Andrej Grubacic ji kitêbê re pêşgotinek nivîsiye. Kitêb wê destpêka havînê êdî bê belavkirin. Havîn Guneşer ji berdevkên Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan e. 

Kitêb nîşan dide ku Tevgera Kurd a ku Şoreşa Rojava dibe serî, kokên xwe di têkoşîneke bi dehan salan a rêxistinkirî de ye. Kitêb bi vî halê xwe weke destpêkeke heyatî ya li ser tevgera Kurd tê nirxandin. Di danasîna kitêbê de tê gotin, "Hunerê Azadiyê yekem kitêba bi ingilîzî ye ku wan fikr û hestiyariyên kirin ku bûyera herî muhim a siyasî a sedsala 21´ê derkeve holê, li parzûnekê dixe."

Ji sê beşan pêk tê

Kitêb ji sê beşa pêk tê. Beşê yekê li ser "Rexne û xwerexnekirinê" ye. Di vî beşî de piştî du şerên cîhanê, li ser xirbeyan avabûna tevgerê jî tê ravekirin. Beşê diduyê bi sernavê "Serhildana koloniya herî kevin: Jineolojî-Zanista jinê" ye. Behsa xislet û dîroka tevgera jinê li Kurdistanê dike. Sernavê beşê sisiyê "Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk: Parastina civakê li hemberî qirkirina civakê" ye. Ev beş berê xwe dide êrişa li dijî civakê û bi têgehên nû yên berxwedana li dijî vê êrişê dadikeve; ev têgeh jî ji azadiya neteweyî û wê de ne.

Ji bilî pêşgotina Andrej Grubacic, di kitêbê de hevpeyvîneke Sashs Lilley jî heye. Kitêb 182 rûpel e û ji weşanên PM Press/Kairos derdikeve. Kesên dixwazin dikarin ji niha ve kitêbê ji weşanxaneyê bixwazin.

Nivîskarê bi vê berhema xwe azadî û demokrasî bi berfirehî terîf kiriye.

Divê dinya vî dengî bibihîze

Antropolog David Graeber ê par wefat kirî, ji bo nivîskarê û kitêba wê dibêje, "Havin Guneser ne ku tenê pispora sereke ya dinyayê ya li ser fikrên Ocalan e; ew hizirkereke şoreşger a fikirkûr, hestiyar û bixwebawer e û divê dinya dengê wê bibihîze." 

Nivîskarê navdar ê Brezîlî Raúl Zibechi jî ji bo kitêbê dibêje: “Ev kitêb yeke lazim bû ji bo serwextbûna li tevgereke şoreşger a ku ji rewatiya navend-ewrûpî ya tevgerên şoreşger ên Ewrûpî û rojavayî dûr e.”

Rohniyeke rewnaq di tariyê de

Nivîskarê kitêba Crack Capitalismê, John Holloway jî ji bo kitêbê dibêje: “Roniyeke rewnaq a di nava tariya vî zemanî de dibiriqe, destketiyeke fewqulade di nava şert û mercên herî zehmet de: Divê em bi hêhtir tiştan zanibin li ser wê têkoşîna azadiyê ya tevgera azadiyê ya Kurd. Ev kitêba Havîn Guneşer zelal e, angaje ye, îlhamê dide û lazim e ji bo naskirina destpêkê ya vê tevgerê û fikrên wê.”

Nivîskara kitêba Social Sciences for an Other Politics, Ana Cecilia Dinerstein jî fikra xwe li ser kitêbê wiha îfade dike: “Divê mirov ji vê kitêbê nemîne, Havîn Guneşer bi tonên rast tevî analîza xwe ya ji ya xwe nayê xwar lê dilgerm a tevgera azadiyê ya Kurd, xwe îfade dike. Her kesa dixwaze fêm bike têkoşîna ji bo azadiyê di vê dinya bi şidet a roja me ya îro de çi ye, divê vê kitêbê bixwîne.”

Nivîskarên kitêbê

Havîn Guneşer muhendis, rojnamevan û çalakgereke mafên jinan e ku herî zêde jî bi  mijara Şoreşa Rojava dadikeve. Ew yek ji berdevkên Înîsiyatîfa Navneteweyî ya “Azadî ji Abdullah Ocalan re—Aştî li Kurdistanê” ye û wergêra gelek kitêbên Ocalan e jî. 

Nivîskarê pêşgotinê Andrej Grubacic jî damezrênerê Antropolojî û Guhertina Civakî ye li Zanîngeha Kalîforniyayê ya li Los Angelesê. Ew xwe wekî anarşîstekî muxaqlif û dîrokzanekî Balkanan bi nav dike. Ew nivîskarê kitêba "Don’t Mourn, Balkanize! Essays after Yugoslavia" ye.
Sasha Lilley bi xwe nivîskar û pêşkêşvana radyoyê ye. Di KPFA Radio de rêvebera bernameyê ye. Bi kitêba xwe "Catastrophism: The Apocalyptic Politics of Collapse and Rebirth" tê nasîn. 

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.