‘Hunera Berxwedanê’ ya jinên Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Adar 2024 - 00:17

  • Hefteya Çandî ya jinên Kurd bi dirûşmeya “Hunera Berxwedanê” li Berlînê dest pê kir. Di nav hefteyekê de ew ê li ser berxwedana hunerî ya jinan penel, pêşangeh werin danîn û fîlm bêne nîşandan.

JALE DURSUN / BERLÎN

Li Berlînê bi dirûşmeya “Hunera Berxwedanê” Hefteya Çandî ya Jinên Kurd dest pê kir. Di hefteya çandî de ew ê tesîra felsefeya “jin jiyan azadî” ya li ser hunera jinan were nîqaşkirin. Hefteya Çandî bi “Pêşangeha Hunerî” û panelên bi navê “Hunera Berxwdanê” û “Rola Jina Kurd” dest pê kir.

Di pêşangeha wêneyan a hunerî de wêneyên Aslı Filiz cih digirin. Di nava wêneyên Aslı Filiz de wêneyên Jina Mahsa Amînî, keçên winda yên Dêrsimê, dayikê şemiyê, destê qirêj ê dewletê, jinwar, Xerîbe Gezer û Aysel Tugluk hene. 

Li gel wêneyan helbestên Meral Şîmşek jî yên ku wê ji bo Ekin Van (Kevser Elturk), xwîşka xwe Mulkiye Dogan (Berfîn) û Rebecca Lemp nivîsandine jî di pêşangehê de cih girtin. Meral Şîmşek helbesta bi navê “Ekîn” ji bo Ekîn Van ku li Vartoyê jiyana xwe ji dest dabû, helbesta bi navê “Hazan Şarabı Sızın” ji bo xwişka xwe û helbesta “Söğütler Düşünce” jî ji bo jina Elmanî ku ew bi efsûnkeriyê hatibû tawanbarkirin û di sala 1590’an de li bajarê Nordllingen hatibû şewitandin, nivîsandiye. Leyla Toprak jî bi belgefilma xwe ya “Dûr e?” ku behsa serhildêriya jinên li Kobanê dike, tevlî Hefteya Çandî bû. Her wiha Havîn Al-Sindy jî bi hunera xwe ya kîlê û xêzên xwe beşdarî pêşangehê bû. 

Pergala me cudatir e ji ya Elmanan

Bi moderatoriya Esra Yulan panela bi navê “Hunera berxwedanê û rola jinên Kurd” hate lidarxistin û Havîn Tekîn, Leyla Ekîncî û Havîn Al-Sindy weke panelîst hazir bûn. Di panelê de behsa rola jina Kurd û berxwedana jinê kirin. Leyla Ekîncî ku endama Kevan Zêrîn û TEV-ÇAND’ê ye destpêkê axivî û got ku ew li Elmanyayê çêbûye û mezin bûye. Bi salan di televizyonan de moderatorî kiriye. Wê da zanîn ku bi salan bi Kurdî axiviye lê cara yekeme ku bi konsepteke cuda ango bi Elmanî derdikeve hemberî xelkê û bi vî zimanî diaxive. Leyla Ekîncî her wiha endama Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ye û weke mamosteyê dansê jî kar û xebatan dibe serî. Leyla Ekîncî ji bo xebatên ku dike got; “Erê em li Elmanya mezin bûn lê ev nayê wê maneyê ku em bi her awayî azad in. Li Ewrûpayê di bin banê TEV-ÇAND’ê de dersan didim û li hemberî vî tiştî heqdestekî nagirim. Pergala me ji ya Elmanan cudatir e. Di dersên xwe de em behsa jiyana kolektîf û hevpariyê dikin. Bi zimanê dayikê em dersên muzîk û dansê didin. Wekî din em filmên bi Kurdî nîşan didin. Gava em van tiştan dikin elbet em zehmetî jî dikşînin.”

Mijûlbûn bi serê xwe berxwedanek e!

Panelîs Havîn Tekîn jî axivî û got; “Di 17 saliya xwe de bi awayekî çalak tevlî xebatan bûm. Bi saya projeyeke şanoyê ez bûm lîstikvan. Peşê di vî warî de min li hin tiştên din kola û min ji xwe re rêyeke îfadeyê dît ku xwe weke parçeyekî wî tiştî dibînim. Piştî perwerdeya min a di warê lîstikvaniyê de temam bû ez derketim turneye û bi vî awayî xebatên xwe didomînim.” Havîn Tekîn da zanîn ku ji bo mirov azadiyê bidest bixin divê li hember pergala ku tiştên ne baş li ser mirovan ferz dikin têbikoşin û wiha dewam kir; “Elbet em nikarin Şanoya Kurdî û Elmanî bînin hemberî hev û weke hev binirxînin. Paşxaneyeke şanoya Elmanî heye. Lê heman tişt ji bo şanoya Kurdî kêm û qels e. Yanî weke di gelek warên din de pirsgirêk rû didin di warê şanoyê de jî pirsgirêk hene. Yanî bifikirin gava şanogerên Kurd haziriya lîstikekê dikin di dema provayan de îhtimal heye ku dengê top, tank û tivingan bibihîzin. Ji lewma li Kurdistanê mijûlbûna bi şanoyê re bi serê xwe berxwedanek e.”

Havîn Al-Sîndy jî filmê xwe yê bi navê “Warên Hatine Terikandin” nîşan da û bi rêya film serpêhatiyên xwe parve kirin. Wê jî behsa zehmetiyên jina Kurd kirin. 

Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ îlhamê dide me

Nivîskar û helbestvan Meral Şîmşek jî behsa zehmetiyên di warê wêjeyê de ku jin pê re rû bi rû dimînin kir. Meral Şîmşek got; “Di warê navneteweyî de wêjeya Kurdî tê naskirin. Bi vê yekê re pirsgirêk jî dest pê dikin. Her çend pirsgirêk derkevin hemeberî me jî em weke jinên Kurd paşve gav navêjin û li ber xwe didin. Em jinên Kurd ên li dîasporayê bi ziman, nasname û çanda xwe roj bi roj hunera xwe geştir dikin û di vî warî de xebatan dibin serî. Weke li geleke deverên din em jî li hember hişmendiya baviksalar disekinin. Nexasim jî felsefeya ‘jin jiyan azadî’ îllamê dide me ku em baştir biafirînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.