Jinan derfetên kar ava kirine

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 15 Adar 2024 - 00:56

Di derbarê rewşa jinên Helebce û asta ku jin gihiştinê de çalakvanên mafên jinan Arêz Ferheng û Hêro Wekîl ji axivîn.

Çalakvan Arêz Ferheng da zanîn ku jinan bi hewldan û têkoşîna xwe di aliyê bi destxistina mafan de qonaxek baş derbaskirine û divê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got:“Ji bo tevlîbûna jinan a di nava siyasetê de, divê jin nesekinin. Hewldanên zêdetir ji bo yeksaniyê bikin û li beramberî zilm û bêmafiyan bêdeng nebin. Cihê jinên Helebce di qada taybet û giştî de diyar e. Lê hikûmetê bi qasî pêwîst nekariye derfetên kar ji bo jinan bafirîne.” Çalakvan Hêro Wekîl jî li ser heman rewşê axivî û got:“Peyama min ji bo jinan ewe ku hîn zêdetir derkevin û kar bikin. Ji berku hatiye piştrastkirin ku jin dikarin jêhatinên xwe nîşan bidin. Jinan karîne di aliyê aborî, civakî û siyasetê de cihek baş bigrin. Tê dîtin jî jinan bi têkoşîn û hewldanên xwe karîne astengiyan derbaskin û beşek ji wan jî bûne xwedî aboriyek serbixwe. Raste li Helebce jinan cihê xwe di rêvebirinê de girtine. Lê gelo çi guhertinek kirine? Gelo em nikarin bêjin jin li Helebce rûbirûyê tûndiyê nabin? Ji ber ku ti rêveberî û navendek me nîne da ku jinên rûbirûyê tûndiyê dibin herin li wê giliyê xwe bikin û bi vî rengî daneyên tûndiyê diyar bibin.”

ROJNEWS/HERÊM QADIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.