Çanda Kurdî bi ruh û can kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Adar 2024 - 09:09

Komeleya Jin Çand Huner û Wêjeyê (KASED) li Sûr a Amedê li Sakli Konakê Newroza 2024'an pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê, Tevgara Jinên Azad (TJA), nivîskar û rewşenbîr, xebatkarên çand û hunerê û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta "Newroz pîroz be" hat vekirin.

 Di pîrozbahiya Newrozê de ya ku ji aliyê KASED'ê ve hat lidarxistin, îşaret bi zextên li ser ziman û çanda kurdî hatin û piştgiriya berxwedana li girtîgehan hat kirin.  

Seroka KASED'ê Salîha Ayata, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî. Ayatayê bibîr xist ku destûr nayê dayin ku kurd bi kincên xwe yên kurdî jî tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got ku gelek caran çalakiyên çand û hunerî hatine qedexekirin. Ayatayê da zanîn ku dê kincên kurdî yên resen pêşkêş bikin û got ku dê li dijî zext û astengiyan çanda kurdî bi ruh û can bikin.  

Piştî axaftinan ewilî Koma Erbaneyê ya Komeleya Dîcle Firatê derket ser dikê. Paşê danasîna cil û bergên kurdî yên jin û mêran hat kirin.  Agirê Newrozê ji aliyê aktivîstên TJA'yê ve bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê hat vêxistin. Gava agir hat vêxistin beşdaran dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Piştî vêxistina gir hunermend Hûriye Ahûzar, Hediye Kalkan û Mizgîn Tûran derketin ser dikê. Di dema stranan de govend hat gerandin û dirûşmeyên "Bijî berxwedanan zindanan" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.