Emel Mathlouthi çû serdana komeleyên jinan

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Adar 2024 - 00:36

Hunermenda Tunusî Emel Mathlouthi ku ji bo li Newroza Amedê derkeve ser dikê û stran bibije ev çend roj in li Amedê ye. Di nava van rojan de Amel Mathlouthi çû serdena komeleyên jinan ên bi navê KASED û ROSA’yê. Ev her du komele li Amedê xebatên çand û hunerî dibin serî.

Emel Mathlouthi pêşî ji hêla xebatkarên KASED’ê ve hate pêşwazî kirin. Wan li avahiya komeleyê sohbetek kir û di derbarê têkoşîna jinên Kurd de axivîn. Emel Mathlouthi da zanîn ku ew di sala 2013’an de jî hatiye Heskîfê û li Kurdistanê jinên Kurd ji nêz ve nas kiriye. 

Piştî KASED’ê Emel Mathlouthi derbasî Komelaya ROSA’yê bû. Li vir jî jinên Kurd ew pêşwazî kirin. Aktivîsta TJA (Tevgera Jinên Kurd) Çaglar Demîrel behsa polîtîkayên li hember jinên Kurd kir. Çaglar da zanîn ku divê ew li her derê dinyayê li hembe êrîşên jinan yekîtiya xwe ava bikin. Emel jî spasiyên xwe anî ziman li hember agahiyên ku endamên komeleyê pê re parve kirin. Her wiha wê soz da ku ew ê bi muzîka xwe her tim li gel jinên Kurd bisekine û dengê wan li dinyayê bide nasîn.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.