Huner û siyaset û keça Lutherî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:06

  • Li vir portreyekî Magdalena Luther heye, gelekî muhtemel e ku di navbera 1539 û 1542´an de hatibe xêzkirin.

Li vir portreyekî Magdalena Luther heye, gelekî muhtemel e ku di navbera 1539 û 1542´an de hatibe xêzkirin. Hunermendê ew xêz kiriye jî Lucas Kronach e û sala 1553´yan li Weimarê miriye. 

Weimar jî hema li kêleka Erfurtê ye; yek ji navendên protestaniya Martin Lutherî. Vêca, Magdalena Luther jî keça reformatorê protestaniya evangelîk Martin Luther e. 

Ev resm li ser lewheyekê ye û îro di nava katalogên Muzexaneya Louvre ya li Parîsê ye. Ew li hola 810 li Richelieu ye. Li pişta lewhayê li ser etîketekê dinivîse ku ji bo “Galeriya Rosenberg” hatiye çapkirin. 

Tevî lewheya li ser 57 (tenê portre 41 santîmetro) santîmetroyan bilind e û 43 santîmetroyan (tenê portre 26 santîmetroyan) jî fereh e. 

Di vî portreyî de em bihevvebûna huner (yan jî hunermend) û siyasetê ji nêz ve dibînin. Gelekî muhtemel e ku hunermendê li yekê ji navendê evangelîzma Elman Weimarê, ji ber ku keça Martin Luther e, portreyê keça wî çêkiribe.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.