Kovara Hunerê ku kovareke bi Kurdî ya çand, huner û wêjeyê ye, hejmara xwe ya 4'an bi manşeta 'Qirkirina Çandistanê' weşand.
Kovara Hunerê ku sê mehan carekê bi Kurdî tê weşandin û kovareke çand, huner û wêjeyê ye, hejmara xwe ya 4'emîn weşand. Kovarê di vê hejmara xwe de bal kişand ser sûcên qirkirina çandî û fîzîkî yên ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin.
Kovarê cih da nivîsek ji pirtûka Rêber Apo ya bi navê 'Di bin zexta qirkirina çandî de parastina Kurdan'.
Nivîsên din ên di kovarê de ev in;
Di kovarê de nivîsên din ên li ser sûcên qirkirina çandî yên dewleta Tirk bi vî rengî ne:
"Mûstafa Karasû: Navenda Jenosîdê Berhema Şaristaniyê ye.
Mehmet Bayrak: Rêbazeke Asîmîlasyonê - Navê gundan çawa hatin guhertin.
Rênas Dersim: Sekna huner û hunermendê azad li hemberî kiryarên qirkirina çandî.
Lorîn Markasî: Kurdistan bi rejîmên leşkerî tê birêvebirin.
Kovara Hunerê: Bakurê Kurdistanê kirin Goristana Saziyan."
Di kovarê de her wiha gelek dosyayên dewlemend û hevpeyvîn jî hatin weşandin. Bi hevpeyvîna bi Peywan Arjîn re qala karên çand û hunerê yên destpêkê yên li Rojava hate kirin ku di navbera salên 1986 û 1990'î hatin meşandin.
Di kovarê de jiyan û berhemên şehîdên çand û hunerê Rûbar Zanîn û Michael Panser jî hatin nasandin.
Lêkolîna bi sernavê 'Govenda gelê Botanê' ya Bahadîn Robar, bi wêneyên beriya 40-50 salî yên wênevanê naskirî yê Colemêrgê Enver Ozkahraman hate weşandin.
Nivîseke din a li kovarê ya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan e. Mûrat Karayilan qala çîroka strana 'Ava Mezin' dike.
NAVENDA NÛÇEYAN