‘Fotografên Salê’ yên National Geographic

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Kanûn 2024 - 00:47

  • Kovara National Geographic ji nav 2,3 milyon fotografan 20 heb “wêneyên salê” neqandin û di hejmara xwe ya dawî de van fotografan parve kir. Ev fotograf tevî xweşikiya dîtbarî her wiha serpêhatiyên balkêş ên li dinyayê jî tînin ziman.

National Geographic ku her sal fotografên balkêş ên salê dinirxîne îsal jî qederê 20 fotografan weke fotografên salê neqandine û parve kirine. Pengûenên ku dixwazin bifirin, gergedanekî piçûk ê di kefa destê zanyarekî de û palehiya gulan çend ji van dîmen ango fotografan in ku National Geographic weke “Fotografên Salê” neqandine. National Geographic van fotografan di hejmara xwe ya meha Kanûnê de parve kirine. Ev fotografên hatine neqandin ji nav 2,3 milyon fotografî ve hatine hilbijartin. Fotografên hatine neqandin jî yên xebatkarên National Geographic in.

Wênegirên ku ji bo National Geographic dixebitin her tim diçin nêçîra dîmenên balkêş û xweşik. Ji bo karibin dîmen ango fotografên bêhempa bigirin li her aliyê dinyayê belav dibin û bi şev û rojan ji bo hin kêliyên girîng di fotografan de nemir bikin dixebitin. Edîtorê kovara National Geographic Nathan Lump ji bo fotografên salê got; “Fotografên ku hatine neqandin fotografên herî dawî yên xebatkarên me ne. Her yek di warê xwe de bêhempa ye. Berhevoka îsal hem bê wext derket holê û hem jî têra xwe rojane ye.”

Rêwîtiya destpêkê ya pengûenan

Wênegirê bi navê Bertie Gregory pengûenên ku ew ê cara ewil xwe bavêjin behrê û soberiyê bikin girtine. Wî dîmenê van pengûenan li Çiyayekî Qeşayê girtiye. Hin pengûen hene ku li qiraxa behrê cara yekem xwe davêjin behrê û wisa dest bi rêwîtiya xwe dikin. Lê hin pengûen jî ji bo vê ezmûna destpêkê hin cihên bilind dineqînin û rêwîtiya xwe bi vî awayî didin destpê kirin. Li gor zanyaran ev tercîh ji ber guherîna avûhewayê ye û her biçe ew ê zêdetir bibe. Pengûenên ku ew ê dest bi rêwîtiyê bikin beriya mehekê ji hêla dayikên xwe ve hatine terikandin. Ji bo karibin li ser lingên xwe bimînin divê ew bi serê xwe derkevin rêwîtiyê û karibin nêçîrê bikin. 

Xelasiya nifşê gergedanan

Wênegir Ami Vitale jî fotografê gergedanekî 70 rojî girtiye. Ev gergedan bi rêya “tûp bebek” hatiye dinyayê fetûsa gergedanî bêhempa tê xuyanê. Ev tenê ne wêneyek e, her wiha serketineke zanyarî ye jî. Yanî di heman demê de xelasiya Gergedanê Spî yê Bakur e jî. Li dinyayê tenê du gergedanên mê mane û ji bo nifşê wan qir nebe zanyar hewl didin di vî warî de bi rêya “tûp bebek” nifşê gergedanan ji tinebûnê xelas bikin. Ami Vitale serpêhatiya van gergedanan ji sala 2009’an ve dişopîne û fotografên wî yên di vî warî de nîşan didin ku wî vê pêvajoyê pirr xweşik şopandiye ta ku fotografekî wiha xweşik bi dest xistiye.

‘Ew ê îlhamê bidin xelkê’

Edîtorê kovara National Geographic Nathan Lump da zanîn ku ew ê ev fotograf îlhamê bi xelkê re çêbikin û got; “Fotografên me yên sala 2024’an di warê dîtbarî de pirr xweşik in lê di heman demê de zehmetiyên di hin waran de jî nîşanî me didin. Yanî bi rêya fotografên afirîner balê dibin ser hin pirsgirêkên girîng jî. Weke teknolojiya ji bo gergedanan hatiye bikaranin û tevgerên heywanên din. Ji lewre em di wê baweriyê de ne ku ew ê fotografên me îlhamê bidin xelkê û bikin ku haya xelkê ji van pirsgirêkan hebin.”

Hûn dikarin kovara dawî ya National Geographic ji pirtûkfiroşan bigirin û berê xwe bidin serpêhatiya van fotografan. Wekî din ji bo hûn hay ji paşxaneya van fotografan çêbibin jî vê lînka online https://www.nationalgeographic.com/photography/graphics/pictures-of-the-year-2024 bitikînin da ku hûn xwe bigihînin serpêhatiya van fotografan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.