Li navçeya Kelarê bi beşdariya hunerhezan, konsereke muzîk û stranên Kurdî ji bo koma muzîkê ya Keçên Mêxek hat lidarxistin. Rêveberê komê jî ragihand, bi armanca vejandin û parastina berhemên folklorî yên resen îro bi heşt berhemên folklorî yên resen ên Kurdî ew beşdarî vê konserê bûn.
Li hola çandê ya navçeya Kelarê, Koma Newjîn konsereke stran û muzîkê ji bo koma Kîjanê Mêxek (Keçên Mêxek) lidar xist.
Di konserê de bi armanca parastina berhemên folklorî heşt berhemên folklorî yên resen yên Kurdî hatin pêşkêşkirin. Ji aliyê beşdarên konsere û hunerhezan ve pêşwaziyeke germ li komê û konsera wê hate kirin.
Têkildarê karê komê, mûzîkjen û Rêvebera Koma Keçên Mêxek Şanya Elîên got: Îro em ji bo vê konsera li navçeya Kelarê hatin vexwendin. Em bi heşt berhemên folklorî yên Kurdî beşdarî konserê bûn. Armanca me ji vê konserê vejandina stranên folklorî yên Kurdî bû, ku em wek hunermend wê wek erkê xwe dibînin.”
‘Gel birçiyê stranên resen e’
Şanya got; “Gel her tim birçiyê stranên resen yên Kurdî re ku dîsa bikeve nav dilê wan. Gelek girînge jî ku em girîngiyê bidin wan stranên resen yên Kurdî. Ji ber ku niha hunera Kurdî dixwaze kêm bibe û hin ji wan tên guhertin. Lê em dixwazin wan stranan wek heyî vejînin û bi awayê çanda heyî biparêzin.” Paşê Serpereştyara Koma Newjîn Ziryan Mihemed têkildarî rêjaya lidarxistina çalakiyên hunerê li Germiyanê got; “Çalakiyên çandî û hunerî li sînorê Germiyanê li gor berê bi awayek berçav kêm bûne. Bi taybetî ji aliyê lidarxistina konseran ve gelek kêm bûye. Ji ber wê em jî wek Koma Newjîn bi armanca ku em hunera resen ya Kurdî pêş bixin û zindî bihêlîn, me ev konsere rêk xistiye. Her wiha me xwest di vê rewşa ku aramiya civakê ne zêde baş de, atmosfereke cuda pêşkeşî xelkê xwe yê Germiyanê bikin.”
ROJNEWS/KELAR