Li Muzexaneya Nîştimanî ya Silêmaniyê pêşangeheke fotografan ji bo bîranîna hunermenda jin Fetlane Welîdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, hat vekirin. Wê pêşangeh sê rojan bidome. Navê pêşangehê jî ‘Jina herî bi tenê’ ye.
Di pêşangehê de 49 fotograf hene, ji vana 44 ji wan ji aliyê wênegir Efşînî Fetahî û Mehdî Tewekulî ve hatine girtin. Di derbarê pêşangehê de Endama Desteya Rêveber a Rêxistina Merziye Terife Îbrahîm got: “Fetlane Welîdî jineke ku ji bo hunerê berdel daye û di temenek kêm de gelek berhemên Kurdî pêşkêş kiriye.”
Hunermend Fetlane Welîdî navê wê yê rast Fetane Mihemed Şerîf Welîdiye, di sala 1953’yan de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Fetlane Welîdî xwediyê 56 sitranaye û wek yekem jina sitranbêj a Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn. Îsal di temenê 74 salî de li Sine koça dawî kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ