Salane çendîn çalakiyên çandî û hunerî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tên lidarxistin. Kurdan bi rêya lidarxistina gelek çalakiyên cûr bi cûr yên çand û hunera Kurdî, xeteriya asîmîlekirina çand û hunera Kurdî ji holê rakirin. Li Herêma Kurdistanê jî van çalakiyan tûrikê çand û hunerê tijî kirine.
Çalakiyên hûnerî di warên şano, berheman, nîşandana fîlman, konserên muzîkê û stranan her wiha li gel van, weşandina gelek klîp û berhemên hunerî yên girîng, vekirina gelek pêşangehên hunerî û pirtûkan, nasandin û belavkirina gelek pirtûkên nû digirin nav xwe.
Çalakiyên çandî û hunerî ne tenê li Kurdistanê, lêbelê Kurd li welatên din yên cîhanê jî pêk tînin û îro ciwanên Kurd şiyana wan ewqas pêşketî ye ku ji bilî çalakiyên xwe, beşdarî çalakiyên çandî û hunerî yên navnetewî jî dibin û salane şopa wan di festîvalên hunerî yên cîhanî de diyar dibe.
Ya girîng eve ku, digel rewşa dijwar ya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ku li her parçeyekê ew ji ber Kurdbûna xwe êş û azaran dikişînin, hîn jî çalakiyên çandî û hunerî roj bi roj zêdetir dibin.
Rola jinan jî gelek berbiçave û îro kêm çalakî hene ku jin tê de pêşengtiyê nakin û di hemû qad û curên cuda yên warên çand û hunerî dixebitin.
Emê di panoramaya çand û hunerê ya 2024’an de hinek çalakiyên çand û hunerê yên girîng bi kurtî bînîn bîra we xwîneran;
-Di 10’ê Çileyê de Festîvala Mîtan a Şanoyê ku di bin dirûşmeya “Veger Nêze, bi Hêvî ne” li herêma Şehbayê ji aliyê Komîna Sînema, Tevger û Desteya Çand û Hunerê hatiye orgenîze kirin, li Şehbayê bi beşdariya bi hezaran destpê kir.
-Di 11’yê Çileyê de hunermend Aydin Kobanê li gel zarokê binavê Kenan Îsmaîl klibek binavê “Zimanê me xweşe” belav kir ku stran behsa perwerdeya zimanê Kurdî dike.
-Di 21’ê Sibatê de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çalakiyên cûr bi cûr de daxwaza ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û xwendinê’ hate kirin. Her wiha hewlên dewleta Tirk yên ji bo tunekirina bîrdanka çand, ziman, hunera Kurdî hatin şermezarkirin.
-Di 8’ê Adarê de ji aliyê Komîteya Bêstûn û Çanda Tevna Zêrîn ya Rojhilat ve ji bo strana Koma Rocyar klîbek binavê “Ême jinanî Kurdistan” ku aranjeya wê jinûve hate kirin, hate belavkirin.
-20’ê Nîsanê, li gundê geştiyarî yê Palingan yê herêma Hewramanê bi beşdariya 20 hezar kesî merasîma Hezar Defan hat lidarxistin.
– Di 1’ê Gulanê, li gel 30 nîşandanên din, bi beşdariya 15 welatên cuda li Festîvala Navnetewî ya Qertac ya Tûnisê, monodramaya “Selma” ji aliyê du şanogerên Kurd û Fransî hate leyîstin. Monodramaya Selma li ser rojên bi êş yên Enfalê ku di encamê de bi sedhezaran Kurd bi saxî û bi awayek zindî hatin binaxkirin hatiye amadekirin.
-Di 6’ê Îlonê de, klîba hunerî ya ‘Egrîce’ ku sê dengbêjên navdar yên jin bi hev re dibêjin û ji aliyê Rêxistina Merziye ve hatiye hilberîn û behsa îradeya azadiyê ya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike, weke klîbeke bi temamî cuda û taybet hate belavkirin.
-Di 26’ê Îlonê de, ku hevdemê serhildanên Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ye, 1’emîn Festîvala Fîlman li çend bajarên Amerîka, Kanada, Ewropa û Awistralya bi navnîşana “Jin, Jiyan, Azadî” hatin lidarxistin û şeş rojan dewam kir.
-Di 7’ê Cotmehê de, di Festîvala Kêmneteweyên Cuda de, Kurdan bi çanda xwe ve beşdarî Festîvala Êrîvanê bûn û pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya wergêra wê bi zimanê Ermenî hatiye kirin, bi germî hat pêşwazîkirin.
-Di 22’yê Cotmehê de, ji bo çanda xwendinê di nav gelan de pêş bikeve 8’mîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan ku 15’ê Cotmehê destpê kir û tê de 15 hezar û 200 navnîşan û 143 hezar pirtûk hebûn, bidawî bû.
-Di 25’ê Mijdarê de, Rojnameya Neue Zürcher Zeitung lîsteya 100 pirtûkên herî baş yên sedsala 21’ê belav kir û romana ‘Hinarê Dawî ya Dinyayê’ ya Bextiyar Elî yek ji wan 100 pirtûkan bû û li gorî rêzbendiyê di rêza 80’emîn a pirtûkên herî baş de cih girt.
Ji bilî çalakiyên çandî û hunerê
Ji bilî çalakiyên hunerî, her di sala 2024’an de gelek hunermendên Kurd nerazîbûna xwe li hember kêmxemiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê derbarê piştguhkirina hunermend û xizmet nekirina wan bertek nîşan dan.
Hunermedên Koyê wiha gotin: Hikûmet bi hincetên cûr bi cûr û bê wate pişta xwe daye huner û çalakiyên hunerî. Armanca wê ewe ku gel ji hunerê dûr bixe. Ji ber ku dizane huner bingeheke sereke ye ji bo hişyarbûn û naskirina pêşketina civakê.
Ji aliyekî din ve, nêzîkî 12 salin ku Hola Hunerî ya Gel li bajarê Hewlêrê hatiye xirabkirin û karên wê nehatine temam kirin. Hunermend û şanoger ji temamnekirina holê nerazî ne û gotin “Xirabkirina holê tê wateya xirabkirina hest û dilê hunermandan. Her wiha bang kirin ku divê ji bo girîngî dayîna şanoyê demildest hol were temamkirin.
Xalid Kerîm, bi navê Renceya Nabîna tê naskirin, nivîskarê Kurd û pisporê meqam û dengbêjiyê li ser dengbêjiya Kurdî axivî û got: Dengbêjî kevintirîn hunera Zagrosî ye û dîrokeke hezaran salan heye. Taybetmendiya vê hunera resen ewe ku beriya muzîkê hatiye dinyayê û heta niha jî nehiştiye muzîk li ser wê zal bibe. Her wiha eşkere kir ku Kurdistan welatê dengbêjiyê ye û bê dengbêjî Kurdîtî tune ye. Dengbêjî dîrokeke hezaran salan di nav civaka Kurdî de heye û hemû hunerên Kurdî yên din vedigerin ser dengbêjiyê, lewma divê rê neyê dayîn ku ev huner bê tunekirin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN