HRE'yê di salekê de 204 dagirker kuştin

Çarşem 4 Çile 2023 - 00:33

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di nava sala 2022'an de wan 204 dagirkerên dewleta Tirk  kuştine. Li gorî daxuyaniyê, 20 ji wan dagirkeran polêsên taybet, 72 leşker û 112 jî çeteyên dagirkeran bûne.

HRE´yê bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2022'an a çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, eşkere kir û got, "Di sala 2022ʹyan an de êrîşên artêşa Tirk û komên çete bi awayekî dijwar dewam kirin. Li herêmên dagirkirî mirovên welatparêz û bi rûmet hatin revandin, êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin. Dîsa ji bo guherandina demografiya heremê polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk di sala 2022ʹyan de jî dewam kir. Li kêleka wê, çeteyên diz û talanker ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, daristanên heremê tine kirin.

Li hember van pêkanînên dijmin, di nava sala 2022ʹyan de çalakiyên me yên tolhildan û bersivdayinê xurttir dewam kirin. Gelek çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Bîlançoya şerê ku li herêmê çêbûye wiha ye:

Sala 2022ʹyan êrişên topbaranê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam kir.

Seranserê salê herêmên me 27 hezar û 498 caran bi obus, havan û tankan ve herêm hatin topbarankirin.

 

Dagirkeran 7 sivîl şehîd kirin

18 caran êrişên balafirên şer û 13 caran jî êrîşên bi dronan çêbûn.

Di encama van êrişan de yek jê zarok, 7 welatiyên sivîl şehîd bûn, 10 jê zarok 44 welatî jî birîndar bûn.

 

Li baregehên wan li wan dan

Di sala 2022ʹyan de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 70 çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 20 polêsên taybet (PÖH), 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çeteyên wan hatin kuştin û 16 polêsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.

Di encama çalakiyên hêzên me de 3 jê zirxî 14 seyare, tankek, 8 motorsîklet, 8 çeper, 5 kon, 2 mange, obusek, çekeke M-16, gelek cebilxane û alavên teknîkî hatin rûxandin. Derb li 2 kirpî, 1 akrep, 2 tank, 1 reo, 1 obus û seyareyekê hatin xistin. Dîsa di encamê çalakiyan de 8 çekên AK-47, 1 BKC, 1 B-7, 1 çeka sekvaniyê, 1 demançe, 4 bêtêl, 4 rext, 5 telefon û miqdarek mezin a cebilxaneyê ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Di sala 2022ʹyan de 19 hevrêyên me şehîd bûn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.