HRE 3 dagirker kuştin

În 13 Gulan 2022 - 22:36

  • Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li Marê û navçeya Şera 3 dagirker hatin kuştin û dagirkerek birîndar bû. 

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li Marê û navçeya Şera 3 dagirker hatin kuştin û dagirkerek birîndar bû. 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên xwe li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li navçeya Şera û bajarê Marê, eşkere kirin.

HRE`yê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li hemberî heremê bi awayekî dijwartir didomînin û di wan êrişan de gelek gund û nîştecihên wan gundan tên hedefgirtin.”

HRE`yê têkildarî çalakiyên bersivdayînê yên hêzên xwe, ragihand ku di 9`ê Gulanê û 10`ê Gulanê de li hember çeteyên dagirker hêzên wan çalakiyên bi bandor ên bersivdayînê li dar xistine. 

HRE`yê da zanîn ku 9`ê Gulanê li gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya Efrînê, hêzên wan li hember çeteyên dagirker çalakiyeke biserdegirtinê li dar xistiye. Di encama çalakiyê de 2 çete hatine kuştin, çeteyek jî brîndar bûye. Her wiha çekeke AK-47 jî hatiye desteserkirin. 

HRE wekî din da zanîn ku 10`ê Gulanê li bajarokê Marê yê bakurê Helebê di encama çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hatiye kuştin. 

Di çalakiyên 2 rojan de, bi giştî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.