HPG'ê şehîd Azad Serdem bi bîr anî

Şemî 11 Adar 2023 - 00:08

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Azad Serdem (Haci Oran) bi bîr anî. HPG´ê da zanîn Azad Serdem sala 2016'an li Nisêbînê di Berxwedana Xwerêveberiyê de şehîd bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya HPG'ê de hate gotin, "Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê, ku lehengiyên bêhempa lê çêbûn û bi fedakarî û kedeke mezin a hevrêyên me yên hêja, hate afirandin, di nava hêzên dewleta Tirk a faşîst de bû sendromeke ku weke Sendroma Nisêbînê cihê xwe di dîrokê de girt.

Hevrêyê me Azad di pêvajoya berxwedanê de şehîd bû, lê belê ji ber ku agahiyên li ser nasnameya wî û dema bûyera şehadetê eşkere nebûn, me nekarî ragihînin. Di serî de malbata hêja û welatparêz a hevrêyê me Azad Serdem, bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêyê me Azad Serdem li navçeya Mêrdînê Mîdyadê li nava malbateke dilsozê nirxên neteweyî û welatparêz ji dayik bû. Di sala 2003'an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî pratîka serketî ya li Heftenînê derbasî herêma Botanê bû û di serî de qadên Gabar, Mawa û Kerboran, li gelek qadan gerîlatî kir. Li hemberî êrişên dijmin ên ji bo tepisandina daxwaza azadiyê ya gelê me û pêkanîna komkujiyên mezin ku ji sala 2015'an û pê ve da destpêkirin, di sala 2016'an de derbasî Nisêbînê bû û beşdarî Berxwedana Nisêbînê bû ku ji bo dijmin bû sendrom. Di nava vê berxwedanê de ku demeke diyarker a têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, di sala 2016'an de şehîd bû."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Azad Serdem, wiha ne;

Azad Serdem (Haci Oran), li Mêrdînê jidayîk bûye, sala 2016’an li Mêrdînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.