- Dadgeheke Tirk a li Edîneyê doza berdana Hozan Canê pêr red kir. Parêzerên wê li ber biryarê radibin.
Pêr dadgeheke Tirk a li Edîneyê doza berdana Hozan Canê red kir. Hozan Canê ji du salan û vir ve ji ber ku piştgirî dabû kampanya hilbijartinan a HDP´ê li Edîrneyê hatibû girtin û bi hinceta endametiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birrîn.
Pêr dadgeha Edirneyê miracaeta dozgeriya ya ji bo berdana Hozan Canê red kir. Dadgehê got, ew dixwaze li benda encamên muayeneya tibî bimîne. Doza li dijî Hozan Canê piştî ku ji Dadgeha Temyîzê vegeriyabû, ji nû ve çêdibû. Doz wê 20´ê Cotmehê dewam bike.
Dozgeriyê miracaeta berdana Hozan Canê bi hinceta dema di hepsê de mayî û şewba koronayê kiribû. Hozan Canê Hezîrana 2018´an beriya hilbijartinên parlamenê li Edirneyê hatibû girtin. Bi îdîaya endametiya rêxistinê jî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birrîn.
Pêr Hozan Canê cara yekê di rûniştineke dozê de hazir bû. Parêzeran da zanîn ku ewê li ber biryara dadgehê ya dewamkirina girtîbûna Hozan Canê rabin.
EDÎRNE