Profesor Dr. Celîlê Celîl, îna bihurî li bajarê Elmanyayê Giessenê, tevî Dr. Eskerê Boyik Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2023´yan wergirt. Civaka Kurd a li Elmanyayê xelat da. Beriya bi çend salan jî Kurd-Akadê xelata rûmetê dabû hostekarê dîrokzaniyê û folklora Kurdan Celîlê Celîl. Ez behsa merasîma xelatdayînê nakim. Ez ê behsa xelatê bi xwe jî nekim, lê kula dilê Celîlê Celîl ku êdî 86 salî ye, divê mirov careke din û careke din bibêje.
Celîlê Celîl esas dîrokzan e. Yanî em wî bi folklorê nas bikin jî xwendina wî ya zanîngehê, îxtîsas û hostekariya wî dîrok e. Ev ne cara yekê lê cara çendan e, ew behsa vê yekê dike, çawa ji mecbûrî esas berê xwe daye folklorê. Lewma gava kitêbeke xwe li ser dîroka Kurdistanê hazir dike û ji bo çapê êdî gavên dawî divê bên avêtin, ji Êrîvanê bang lê dikin. Helbet ew pirsa ku bûye kula gelekan ji me, jê kirine, "Ka Kurdistan? Nexşeya wê li ku ye?" Ev pirseke bêguneh nîne. Em Kurd ji halê hev fêm dikin.
Du maneyên vê pirsê hene. Ya pêşî di peywendên giştî de ji bo xurtkirina gotina "Kurdistan tine ye", ev pirs tê kirin. Kesê pirsê dike, esas ne xema wî ye ka yê hember wê çi bersivê bide. Ya muhim "îsbatkirina" nebûna Kurdistanê ye.
Maneya din a pirsê di hin peywendên diyar de ye. Gava mirov tê dadgehkirin, gava mirov tê tohmetbarkirin, yan jî gava êdî mirov hed sînorên mirovan nîşanî wan didin, bi gotineke amiyane ji bo "erza yekî bixin derza yekî", ev pirs dikare bê kirin.
Prof. Dr. Celîlê Celîl ji pirsê fêm kiriye, û bela xwe ji lêkolînên dîrokê vekiriye û bi gotina wî, "Min berê xwe da zozanan, cihê azadiyê". Li gund û zozanên Kurdan dest bi berhevkirin û lêkolînên li ser çanda gelêrî ya Kurdan yanî folklora Kurdan kiriye.
Ha, erê! Baş kiriye. Wî nekira, hayê gelekan wê ji "herêmên çandî" yên Kurdistanê nebûna. Lêkolîna wî ya li ser Kurdên Rojava û çanda odeyê, di vî warî de yek ji lêkolînên wî yên herî bi qedr e û ev lêkolîn li derveyî wan zozanên ew lê azad bi rê ve çûye.
Di merasîmê de wî ew yek xef nekir ku li Rojava bi jiyana Kurdewarî tamijiye. Diyar e Hevêrkan û Koçeratan tesîreke mezin li hestiyariya wî ya Kurdbûnê kiriye. Lewma esas ew demeke welê çûbû Rojava ku hîna rejîma Beesê texrîbatên xwe ev qasî zêde nekiribûn: Yanî serê salên 1980´yî.
Wî kula dilê xwe dixwest ji haziran bi dirêjî îfade bike, hîna bêhna wî fereh nebûbû. Lê organîzatoran nehişt ew bêhtir ya dilê xwe bibêje. Li şûna wê, Hêja Netirkê çend performansên xwe yên henekan kirin, wê jî baş kir. Şehîdkirina xalê xwe û navê xwe jî kir. Siheta wê xweş, lê organîzatoran lazim bû xweş pê bizaniya mêvanê rûmetê 86 salî ye.
Heyf û xebînet bû ku Celîlê Celîl nekarî ya dilê xwe bi dilê xwe bibêje. Ji ber dirêjkirina serebereyên merasîmê, min nekarî heta dawiyê bimînim jî, ji ber wê min nekarî careke din silavekê li Celîlê Celîl bikim. Xwedê bike nesîb, ez ê carekê biçim cem wî, lewma li devê deriyê rojnameya me nebû qismet.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Liba nîskê ya lewitî
24 nîsanê
Pîr qutnî û nasnameyeke veşartî
17 nîsanê
Radio Kobanî û Deriyê Xewnan
3 nîsanê
Newroz li zarokan pîroz be
20 adarê
Gavên pratîk û biryarên siyasî
27 sibatê
Em jî tevî Kurdî qir dibin
20 sibatê
Çima hewar zûtir neçû?
13 sibatê