‘Hostayê ronahiyê’ Vermeer

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Sibat 2023 - 04:29

Şêwekarê Hollandî Johannes Vermeer di jiyana xwe de tenê 37 tablo çêkirine. Dibe ku wî li gorî şêwekarên din kêm tablo li pey xwe hiştibin, lê dîsa jî bi şêwaz û teknîka xwe li pêşiya gelek şêwekaran e. Ji lewma jê re “hostayê ronahiyê” tê gotin. Di warekî de yan jî di şêwazekî de kûrbûn û her wiha şarezabûn zû bi zû nabe qismetê her hunermendî. Lê Johannes Vermeer bi tabloyên xwe nîşan da ku ew hosteyekî tûj e û newasim li ser bikaranîna ronahiyê ya di tabloyan de gelekî hûr bûye.

Rijkmuseum ya li Amsterdamê ji bo Vermeer pêşangehek hazir kiriye û di vê pêşangehê de 28 tabloyên Vermeer tên nîşandan. Pêşangeh di 10’ê Sibatê de hate vekirin. Û ev pêşangeh, heta niha derheqê hunerê Vermeer û tabloyên wî de pêşangeha herî berifireh e. Yanî beriya niha bi carekê ewqas tabloyên Vermeer bi hev re nehatibûn dîtin. Ji lewma, ev pêşangeh girîng e. Ji Emerîka, Fransa, û Japonyayê gelek muzexaneyan tabloyên Vermeer bi emanetî dane Rijkmuseum da ku pêşangeh xurttir bibe û bêhtir tabloyên Vermeer werin nîşandan.

Her wiha bi aweyekî online jî xelk dikare berê xwe bide tabloyên Vermeer. Bi vî awayî ew dikarin bi qelîteyeke baş hûrgiliyên tabloyên Vermeer bikolin û li huner û jiyana wî guhdarî bikin.

Vermeer bi hizra “hindik lê rindik” wêne çêkirin û di 43 saliya xwe de wefat kir. Gava ku mir 11 zarokên xwe û hevsera xwe Catharina Bolnes di nav deynanan de hişt û wisa xatir ji dinyayê xwest. 

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.