Hîna nû xwe nivîskar hîs kir

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:15

  • Helîm Yûsiv: Ev sîh sal in ez nivîskariyê dikim, di van her du hefteyan de, ev cara yekê di jiyana min de ez hîs dikim ku ez nivîskar im.

Kitêba 99 Morîkên Belavbûyî ya Helîm Yûsiv destpêka Cotmehê ji weşanxaneya Sujet Verlag bi Elmanî weke 99 zersreute Perlen derket. Helîm Yûsiv li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê hin beş ji kitêba xwe xwendin, hema piştre jî me sohbetek kir. Çarşema bihurî jî li hev hat, ez bi weşangerê Sujet Verlag Madjid Mohit re peyivîm. Helîm Yûsiv ji ber elaqeya ji kitêbê re eşkere û xuya şabû. Madjid Mohit jî wiha dihizire ku Helîm Yûsiv wê rêya xwe ber bi wêjeya Elmanî ve serketî bibe.  

Helîm Yûsiv xuya bû kela canê wî rabûbû û piştî weşandina kitêbê di nava du hefteyan de elaqeya ku dîtî wiha ji hevalekî xwe re bi gotineke bêhemdê xwe rave kiriye: “Ev sîh sal in ez nivîskariyê dikim, di van her du hefteyan de, ev cara yekê di jiyana min de ez hîs dikim ku ez nivîskar im.”

Hevalê ku behs dike Dawid e, Dawid jê dipirse, “ma tu beriya niha çi bûyî” û Helîm Yûsif wiha lê vedigerîne, “Ez berî niha şervan bûm, ji bo nivîskariyê min şer dikir. Ez bi vî re pev diçim bi wî re pev diçim. Dîgol, Mihemedê Kermêsî -Mêrê Avis li ser wan hatiye nivîsandin- heta bi weşangeran, ez bi wan re pev diçûm. Piştî ya bi Elmanî derket, qedrê didin me bi rastî hesteke xweş e.”

Helîm Yûsiv bi Kurdî 16 kitêb derxistine, lê qedrê ku ji bo kitêba wî ya Elmanî li bajarê lê dimîne Wuppertalê jê re hatiye girtin, ew gewz kiriye. Ez dibêjim hinekî mubalexe dike, ji ber ku bi qasî dizanim, kesên kitêbên wî xwendine bi Kurdî jî ne kêm qedrê wî digirin. Lê zehmetiyên weşangeriya Kurdî, kêmbûna kitêbxwênên Kurd, bi serê xwe meseleyên cihê ne.

Ji bo Kurdî li rojava xweşbîn e

Helîm Yûsiv li ser rewşa xwendina kitêbên xwe bi Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “ji berê kêmtir e, lê bi Erebî baş tên xwendin.” Ez ji meraqê dipirsim, gelo divê mirov ji rewşa Kurdî fikaran bike li Rojava, ew dibêje, “Ez gelekî xweşbîn im. Di biwara ziman de şoreşek heye. Zarok bi Kurdî hîn perwerde dibin. Aniha zarokên me mezin bibin…”

Elaqeya li pêşangehê jî ji bo Helîm Yûsiv “ji texmîna” wî “zêdetir” bûye. Gelo weşanxane li weşandina kitêbeke din difikire: “Hîna zû ye. Esas divê herî kêm salek bikeve navberê, lê min wergera kitêbeke din da ber destê weşanger. Ew a li ser Kobanê, Firîna bi baskên şikestî. Lê vê carê min weke wergêr bi Barbara Staeuli re kar nekir, ez bi wergêrekî din re xebitîm. Lê hîna zû ye em karibin behsa weşandina kitêba duyem bikim.”

Nivîskarê duyem ê Kurdî

Ez bi weşangerê Sujet Verlag, Madjid Mohit re bi telefonê paşê peyivîm, wî jî bi bîr xist ku wan beriya niha jî kitêbeke hunermend-nivîskarekî Kurd weşandiye, û Helîm Yûsiv nivîskarê wan ê duyem ê Kurd e. Nivîskarê wan ê beriya niha Berzan Kejo ye, ew esas hunermendekî ji Qamişloyê ye û kitêba ku weşanxaneyê weşandî ya Berzan Kejo jî Ro jîn: Sonne des Lebens e. Berzan Kejo par wefat kiribû. Madjid Mohit, wisa dihizire ku Berzan Kejo kitêb bi xwe wergerandibe Elmanî. Lê li gorî agahiyên min, Berzan Kejo bi Kurdî nenivîsandiye.

Madjid Mohit ê bi eslê xwe ji Îranê dibêje, bi rêya nivîskarekî xwe yên din bala wan çûye ser Helîm Yûsiv: “Bi rêya nivîskarê me Suleman Taufiq em bi ser Helîm Yûsiv ve bûn. Ez jî kêfxweş bûm, ji ber ku ev kitêb û gelek kitêbên Helîm Yûsiv li Îranê hatine wergerandinî Farisî jî. Ji ber wê ez pirr şa bûm. Ji bo me ya girîng ew e ku zimanên ku ew derfetên wan ên danwergerandinê yên asayî kêm in, em destek bikin.”

Bi wê re jî wan kitêbên ji Erebî, Tirkî, Farisî, Kurdî û Îndonezî weşandine.

Ji bo kitêba Helîm Yûsiv meraqa min li ser xwendinên li bajarên cihê yên bi beşdariya nivîskarî bi xwe bû: “Heta niha çendek xwendin hatinkirin. Ya pêşî li pêşangeha kitêban a Frankfurtê bû. Pişt re jî sê xwendin çûbûn. Gelek jî niha plankirî ne. Ez divê bibêjim, Helîm Yûsiv di vê biwarê de gelekî çalak e, ew ji me bêhtir dixebite.”

 

Kitêb balkêş e

Ew dide zanîn ku heta niha du nivîsên rexneyê li ser kitêbê hatine nivîsandin, du “blogger”an bi wan daye zanîn ku ew ê li ser kitêbê binivîsin û Festîvala Wêjeyê ya Berlînê jî bi wan daye zanîn ku ew ê rexneyekê li ser kitêbê binivîse.

Lê Madjid Mohit ji niha ve nizane ka wê elaqeya ji bo kitêbê çawa be. 

Li ser kitêbê dibêje, “Kitêb balkêş e ji ber ku hem behsa mişextbûnê dike, lê di heman demê de bi rêya kesê sereke yê di romanê de balê dibe ser rewşa welatê ev kes jê tê jî. Helbet di dawiyê de bi rêya xwendin û çalakiyên danasînê bala çapemeniyê jî diçe ser kitêbê û ev ê ji bo serketîbûna kitêbê diyarker be.”

Wê rêya xwe ber bi wêjeya Elmanî ve bibe

Madjid Mohit û Berzan Kejo li Hildesheimê ji kitêba Kejo
Ro jînê dixwînin

Madjid Mohit wekî din piştrast dike ku wergerek heta du wergerên berhemên cuda yên Helîm Yûsiv li ber destê wan in û ji bo weşandina berhema bê hîna biryareke eseh nedane. Lê bi xweşbînî dibêje, “Ez bawer dikim sala bê jî em ê berhemeke wî biweşînin, ji ber ku ez wisa dihizirim ku ew nivîskarekî welê ye ku wê rêya xwe ber bi nava wêjeya li Elmanyayê ve bibe.” 

Çalakiya danasîna kitêbê ya pêşî li Elmanyayê piştî Pêşangeha Kitêban a Frankfurtê, li Kolnê 22´yê Mijdarê bi rê ve çûye. Xwendina ji kitêba Helîm Yûsiv û çalakiyên danasîna kitêbê li bajarên Elmanyayê yên weke Wuppertal, Berlîn, Dresden, Gießen, Dortmund, Essen, Stuttgart, München, Bremen û Erfurtê tên plankirin.

Çalakiya danasîna kitêbê ya bê jî wê 6´ê Kanûnê li Goettingenê, li avahiya Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV - Civaka ji bo Gelên Tehlûke li ser wan) li Geiststraße 7 saet 19:00´an bi rê ve biçe. 

Lê ez weke agahî û rexneyeke piçkok jî par ve bikim; Helîm Yûsiv li ser wergera kitêba xwe, navê xwe yê li Elmanyayê fermî daye nivîsandin: Halim Youssef. Ji ber wê zehmet dibe mirov bi ser navê wî ve bibe.

* 99 zersreute Perlen. Halim Youssef, Sujet Verlag 2023. 261 Rûpel. Wergêr: Barbara Sträuli.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.