Hilbijartina serokkomarê Iraqê zehmet bû

Nûçeyên Cîhan

În 14 Cotmeh 2022 - 03:32

  • Di hilbijartina doh de ti namzetî dengê pêwîst bidest nexist û hilbijartin ma ji tûra duyemîn re.

Di hilbijartina doh a serokkomariya Iraqê ya li parlamena Iraqê de ti namzetî dengê pêwîst bidest nexist û hilbijartin ma ji tûra duyem re. Civîn bi tevlîbûna 277 parlamenteran pêk hat. Bi giştî 39 namzet ji bo serokkomariyê hebûn. Pêşbirka bihêz di navbera namzetê YNK’ê Berhem Salih û Letîf Reşîd de bû. Berhem Salih namzetê fermî yê YNK´ê bû û PDK´ê destek dida Letîf Reşîd.

Di hilbijartina doh de ti namzetî dengê pêwîst bidest nexist û hilbijartin ma ji tûra duyemîn re. Tûra duyemîn jî gava nûçeya me dihat amadekirin, diviyabû pêk bê. Li gorî encamên tûra yekê, şensê Letîf eşîd zêdetir xuya dike.  

Li gorî encama hilbijartinê Letîf Reşîd 157 deng û Berhem Salih 99 deng bi dest xistine. Namzetên din jî 21 deng anîn.

Di tûra yekem de pêwîst bû herî kêm kesek ji bo bibe serokkomar 220 dengan bi dest bixe, lê ti namzetî ev rêje bi dest nexist. Lewma hilbijartin ma ji tûra duyemîn re ma.

Di tûra duyemîn de her namzetê ku ji 165 zêdetir dengan bi dest bixe, wê bibe serokkomar. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû tûra duyem bi rê ve biçe. 

Namzetê esasî yê PDK´ê Rêber Ehmed namzetiya xwe vekişandibû.

ROJNEWS / BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.