Hikûmeta Kazimî jî xwariye

Nûçeyên Cîhan

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 17:54

Endamê rêveberiya Hevpeymana Dewleta Yasa, Adil Mane got, hikûmeta Kazimî tevlî dosyayên gendeliyê bûye û bi berovajîkirina siyasî rastî veşartine.

Yek ji endamê rêveberiya Hepveymana Dewleta Yasa Adil Mane ji Rojnews re axivî û ragihand ku hikûmeta Kazimî rewşê tevlîhevkiriye, tevlî dosyayên gendeliyê bûye û pirsgirêkan jî dewam kiriye. Adil got, Kazimî bi berovajîkirina siyasî, rastî veşartine.

Adil di dewamê de got, “Emê dema pêş, bibînin bê ka hikûmeta Kazimî tevlî gendeliyê bûye yan na.”

Hêjayî gotinê ye namzetê serokwezîrtiya Iraqê Mihemed Şiya Sudanî çend roj beriya niha li ser twîtera xwe peyamek belav kir û got; “Dosya gendeliyê karê me yê sereke ye, em rê nadin pereyê Iraqiyan were dizîn.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.