Berevajiyê hemû cîhanê, hikumeta Herêma Kurdistanê ku dema wê bihuriye, budceya Wezareta Rewşenbîriyê kêmtirî sedî yek diyarkiriye. Ji ber vê jî rewşa hunerê paşketiye, hunermend jî dibêjin; “Ji ber nebûna pere em nikarin ti filmek çêbikin.”
Çand û huner yek ji stûnên bingehîn yê civakê ne û asta pêşketina her welatekê diyar dikin. Berevajoyê hemû welatên cîhanê, Hikumeta Herêma Kurdistanê ku dema wê ya yasayî xilas bûye, bûdceyek kêm ji bo Wezareta Rewşenbîrî diyar kiriye. Ji ber vê jî li Herêma Kurdistanê weke tê xwestin karek çand û hunerî nayê kirin. Derbarê mijarê de hunermendên Başûr nirxandinan kirin.
Hikûmet nizane film çima girîng in
Derhênerê bi navê Selahe Reş diyarkir ku bi awayek giştî dema ew li hunerê dinihêrin, hinek cih başin û gelek cihên din jî xirabe. Reş got ku hunermend di nava hewldanan dene, ya duyem jî alîkariya ji bo hunermendane û ew jî nayê kirin. Selahe Reş got; “Li kudera Kurdistanê berek rakî, berhemek hunerî û çandî heye. Ji Helebce heya Zaxo, hemû xwedî berhemên çand, huner û filman in. Ji bo berheman jî xwedî enerjiyek baş e. Lê hikumet hîn jî negihiştiye wê astê ku bizane girîngiya filman ji bo welat çiye. Bi sedan êşên me hene û kes pê nizane, lê em dikarin bi rêya filman van êş û azarên xwe nîşanên xwelatên cîhanê bidin.”
Divê hikumet girîngî bide hunerê
Derhêner Selahe Reş her wiha got; “Ji bo ku huner pêşbikeve, divê hikumet giringiyê bide hunerê. Derhêner jî ji ber nebûna pere nikarin karên xwe bi awayek sade û bi kalîte rêve bibin. Divê civak jî girîngiyek mezin bide karê sînemayê, ger ev çêbibe emê bikarin karê sînemayê baştir bikin. Ji ber ku huner ne di astek baş û bilind deye.”
Budceya Wezareta Rewşenbîrî zêde bikin
Hunermend Mihemed Fetah jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Ji ber ku li Kurdistanê hemû sektor xirabin, lê tevî vê jî huner û rewşenbîrî di astek geşbûnê deye. Ji ber ku gelek caran bi pereyek kêm karê film, stran û konseran tê kirin. Em dixwazin Hikumeta Herêmê budceya Wezareta Rewşenbîrî zêde bike, ger ev yek çêbibe wê karê huner jî hîn zêdetir ber bi pêş biçe. Ji ber ku budceya wê ji sedî 1 kêmtire. Li hemû dinyayê herî zêde girîngî didin rewşenbîrî û hunerê, lê li Kurdistanê ev yek berevajî ye. Ji bo ku hunermendên me bikarin bi rêya hunera xwe xemên gelê me bigihînin cîhanê, divê girîngî ji bo Wezareta Rewşenbîriyê bê dayîn.”
ROJNEWS/HELEBCE